> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Mem Artemêt li Botan Timesê ye!
- URL: https://www.botantimes.com/mem-artemet-li-botan-timese-ye/
- Published: 2023-07-03T14:36:00.000Z
- Updated: 2023-07-03T14:36:00.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: SERNÛÇE, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Hunermend û wênegir Mem Artemêt li Botan Timesê ye.

Wênegir Mem Artemêt dê bi wêne û wêne-nûçeyên xwe li Botan Timesê be.

**Mem Artemêt kî ye?**

Di sala 1993an de li Wanê hate dinyayê, mastera xwe li ser *Îmaj di helbesta Fêrîkê Ûsiv de* temam kir, di hin kovar û malperên weke, *Çirûsk*, *Jeh*r, *The Hall Kurdî*, *Nûbihar*, *Voa Kurdî*, *PolîtîkART*, *Dilop* û hwd. de çîrok, helbest û fotografên wî weşiyan. 10 sal in fotografan digire, edîtorê kovara fotografiyê *Sûretgraf*ê ye. Çîroka wî ya bi navê *Wesîqayên Salih* di pêşbirka çîrokan a Şerzan Kurt de xelata serkeftinê hilda. Niha li Zanîngeha Artukluyê xwendekarê doktorayê ye.

**Pêşangehên wî**:

*Însan û Xweza,* pêṣangeha têkel, Farqîn, 2019.

*Herka heyatê*, Merkezkaç Kolektif Mekan, Amed, 2022.

*Dengê Min Dibihîzî?*, Tvibit, Norwec, 2023.