> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Mêran di Îlonê de 33 jin kuştin
- URL: https://www.botantimes.com/meran-di-ilone-de-33-jin-kustin/
- Published: 2024-10-07T07:29:19.000Z
- Updated: 2024-10-07T07:29:19.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Jin, Nûçe, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Mêran di meha Îlonê de tundkarî herî hindik li 45 jinan kirine. Mêran, herî hindik 14 zarokên keç û kur îstismar kirine û zarokek jî kuştine.

Li gor nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Îlonê de bi kêmanî 33 jin û zarokek kuştin. Ji jinên ku mêran kuştine jê yek trans bû.

Saziyên çapemeniyê di meha Îlonê de ji bo mirinên 21 jinan gotine “mirinên bigûman”.

Mêran tundkarî bi kêmanî li 45 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li 14 zarokên keç û kur kiriye, bi kêmanî 8 jin tacîz kirine, tecawiz bi kêmanî li sê jinan kirine. Her weha mêran di meha Îlonê de 61 jin neçarî karkeriya sekse kirin.

Mêran di neh mehên destpêkê yên salê de 278 jin kuştin.

**Bajarên ku mirinên jinan ên bigûman lê pêk hatin**

Dîlok (2), Aydın (1), Balıkesir (1), Êlih (1), Çanakkale (1), Çorum (1), Erzîrom (1), Eskişehir (2), Stenbol (3), İzmir (1), Kayseri (1), Mêrdîn (1), Niğde (1), Osmaniye (1), Samsun (1), Wan (2).

[Ji bo berdewamiya nûçeyê bitikîne.](https://bianet.org/haber/meran-di-ilone-de-33-jin-kustin-300361?ref=botantimes.com)