> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Mêran di meha Kanûna Paşiyê de 31 jin kuştine
- URL: https://www.botantimes.com/meran-di-meha-kanuna-pasiye-de-31-jin-kustine/
- Published: 2023-02-04T06:59:27.000Z
- Updated: 2023-02-04T06:59:27.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Sibat, Şiddet Kuştin, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Mêran di meha Kanûna Paşiyê de tundkarî herî hindik li 72 jinan kirine. Mêran, zarokên kur jî di nav de herî hindik îstismar li 11 zarokan kirine, herî hindik 7 jin tacîz kirine.

[Li gor agahîyên bianetê](https://bianet.org/kurdi/tundiya-meran/273697-meran-di-meha-kanuna-pasiye-de-31-jin-kustine?ref=botantimes.com) ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Kanûna Paşiya 2023an de herî kêm 31 jin kuştine. Her weha mêran di vê mehê de herî kêm 4 zarok kuştine.

Di meha Kanûna Paşiyê de mirina bi kêmanî 28 jinan di çapemeniyê de weke mirinên “bigûman” hatine nivîsîn.

Mêran tundkarî li 72 jinan kirine, îstîsmar bi kêmanî li 11 zarokên keç û kur kirine, tacîz bi kêmanî li 7 jinan kiriye. Çapemeniyê di vê mehê de bûyerên tecawizê nenivîsandiye. Ev nayê wê wateyê ku di vê mehê de tecawiz nehatiye kirin.