> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Mêran di Nîsanê da 24 jin kuştine
- URL: https://www.botantimes.com/meran-di-nisane-da-24-jin-kustine/
- Published: 2023-05-04T09:20:22.000Z
- Updated: 2023-05-04T09:20:22.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Mêran di meha Nîsanê da tundkarî herî hindik li 56 jinan kirine.

Mêran, zarokên kur jî di nav da herî hindik îstismar li 4 zarokan kirine, herî hindik pênc jin tacîz kirine.

[Li gor agahîyên bianetê ](https://bianet.org/kurdi/zarok/278165-meran-di-nisane-de-24-jin-kustine?ref=botantimes.com)ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Nîsana 2023an da herî kêm 24 jin û sê zarok kuştine.

Di meha Nîsanê da mirina bi kêmanî 16 jinan û çar zarokan di çapemeniyê da weke mirinên “bigûman” hatine nivîsîn.

Mêran gefa “kuştinê” li Rihayê li jinekê û li Edîrneyê jî li sê jinan xwariye.

**Li van bajaran mirinên jinan biguman in**

Antalya (1), Bursa (1), Denizli (1), Xarpêt (1), Stenbol (2), Karaman (1), Kayseri (2), Kırıkkale (1), Kocaeli (1), Kütahya (1), Mersin (1), Sakarya (1), Samsun (1), Wan (1).