> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Mezlûm Ebdî: Tirkîye sivîlan dike hedef, ev sûcên şerî ne
- URL: https://www.botantimes.com/mezlum-ebdi-tirkiye-sivilan-dike-hedef-ev-sucen-seri-ne/
- Published: 2024-10-24T07:34:55.000Z
- Updated: 2024-10-24T07:34:55.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Rojev, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Fermandarê Giştî tê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, daxuyanîyek da derbarê êrişên Tirkîyeyê da yên li ser herêma Rêveberîya Xweser.

Di van êrişan da kuştî û birîndar hene.

Li gorî nûçeya [Rûdaw](https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/24102024?ref=botantimes.com)ê, Mezlûm Ebdî li ser hesaba xwe Xê peyamek belav kirîye derbarê van êrişan da.

"Tirkiye bi awayekî bêserûber û bêbingeh herêmên me bombebaran dike, navendên xizmetguzarî û tenduristiyê û sivîlan dike hedef. Ev sûcên şer in. Me gelek caran amadebûna xwe ji bo dîyalogê anîbû ziman lê em tekez dikin ku hêzên me ji bo parastina gel û axa xwe amade ne"

**Li Tirkîyeyê çi bûbû?**

Li navçeya Kahramankaza Enqereyê li Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) êrişek hat kirin. Li gorî daxuyaniya Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya di êrişê 5 kes hatine kuştin û 22 kes jî birîndar bûne. Li gorî daxuyaniya ewil a Yerlîkaya 2 kesên ku êriş encam daye jî hatine kuştin. Berpirs û rayedarên hikumetê amaje bi hindê dikin ku PKKyê ev êriş pêk anîye û hikumetê bi fermî neragihandîye lêbelê ji alîyê PKKyê bi xwe ve heta niha tu daxuyanî nehatine dayîn û tiştek nehatîye gotin ka ev gotin rast in an na. Bi hinceta van egeran Tirkîye êrişî rojava û Başûrê Kurdistanê dike.