> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Mihemedê Serê Kaniyê: Ez ne Filistînî me û ez li Serê Kaniyê birîndar bûm
- URL: https://www.botantimes.com/mihemede-sere-kaniye-ez-ne-filistini-me-u-ez-li-sere-kaniye-birindar-bum/
- Published: 2023-10-13T08:47:44.000Z
- Updated: 2023-10-13T08:47:44.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, Rojava, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Sala 2019an di encama êrişên Tirkîyeyê yên li ser Serê Kanîyê da Mihemed Hemîdê 13 salî birîndar bûbû û laşê wî şewitîbû ku ev çend roj in ew li Tirkîyeyê bûye rojev.

Mihemed Hemîd ku wekî "Mihemedê Serê Kaniyê" tê naskirin zarokekî kurd yê ji herêma Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê ye.

Mihemed Hemîd bû mêvanê Bultena Rojava ya Rûdawê ku ji aliyê Dilbixwîn Dara ve tê pêşkeşkirin.

Mihemed Hemîdê ku niha li Kampa Serê Kaniyê dimîne derbarê gotegotên li ser xwe anî ziman ku wî bo [Rûdaw](https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/1210202313?ref=botantimes.com)ê wiha ragihandîye : “Ez ji ber ku endamê wan im, bi rêya Komîteya Lacînê pê hisiyam ku ez bûme rojev. Ez ne yê Filistînê me, ez Mihemedê Serê Kaniyê me, yê ku 2019an bi fisfora spî hat şewitandin.”

Mihemed Hemîd beyan kirîye ku dema ew di bombebaranê da birîndar bûye li ber mala xwe, li Serê Kanîyê yê Rêveberîya Xweser bûye.