> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# "Mirov ji bo neçin tiwaletê avê venaxwin"
- URL: https://www.botantimes.com/mirov-ji-bo-necin-tiwalete-ave-venaxwin/
- Published: 2023-03-14T13:30:45.000Z
- Updated: 2023-03-14T13:30:45.000Z
- Author: Gulistan Korban
- Tags: Nûçeçîrok, SERNÛÇE, çîrok, kon, Semsûr, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Li ser erdhêjên 6ê Sibatê re 37 roj derbas bûn. Lê li herêma erdhêjê hêj problemên av û hîjyenê nehatine çareser kirin.

Gotina bijîşkekî ji Semsûrê ya,“Mirov bo neçin tiwaletê avê venaxin” rewşa heyî radixe ber çavan.

Doktor Aydin Şîrînî heta 6ê Sibatê li Semsûrê li navenda tendûristîyê kar dikir. Ew him mexdûrê erdhêjê ye him jî alikarîya mexdûran dike.

Di erdhêjê de mala wî û navenda ku lê kar dike xera bûye.

Ew û hevalên xwe konekî kirine wekî nexweşxane û li wir nexweşan derman dikin.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/03/Semsur-kon-cadir.jpeg)

Wêne: Dr. Mehmet Şerîf Demîr

> Mirov bo neçin tiwaletê avê venaxin. An jî rojê careke diçin. Ev yek jî bandor li gurçikên wan dike. Ne li gundan ne jî li bajaran pirsgirêka av û tiwaletê hêj nehatiye çareserkirin.  
>  
> Bijîşk aydin

Li gor bijîşkî tunebûna tiwalet û ava paqij herî zêde tesîrê li ser jinan dike.

> Ji ber ku jin nikarin di seatên deregê şevê de biçin tiwaletê bi rojan xwe digrin. Ji ber vê di rêvîyên wan de nexweşî peyda dibin.  
>  
> Bijîşk Aydin

Di konan de bi dehan mirov niha bi hev re dijîn.

Li gor bijîşkî ev yek jî rê li ber nexweşîyên mîna gûrîbûnê, enfeksîyon, êşa rêvî û mîdeyê, ketina sipîyan vedike.

Li gel hişyarî û nirxandinên bijîşkên li herêmê heta niha tû tedbîr nehatine girtin.

Wezîrê Tenduristîyê Fahretîn Koca jî jixwe wekî bijîşkên li herêmê nafikire.

Koca berîya niha dîyar kiribû ku li herêma erdhêjê xetereya şewbê tune ye.