> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Mîrza Metîn dê li Stenbolê gotûbêjekê bike
- URL: https://www.botantimes.com/mirza-metin-de-li-stenbole-gotubejeke-bike/
- Published: 2023-10-09T08:49:56.000Z
- Updated: 2023-10-09T08:49:56.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, Mirza metin, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Mîrza Metîn dê li Stenbolê, bi gotûbêjekê ligel hezkirîyên xwe be û dê kitêbên xwe îmze bike.

Mêvanê Gotûbêjên Avestayê Mîrza Metîn dê bi modaretorîya Berfîn Zenderlioğlu li ser *Çi Ye Şanoya Bindestiyê? û Xebatên Şanoya Kurdî Li Bakur* biaxive.

Gotûbêj li Weqfa İsmail Beşikci ya şaxa Stenbolê, 14yê Cotmehê saet 17:00an dest pê dike.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/10/F7-vcIDWAAAvtHV.jpg)

Mîrza Metîn Lîstikvan, derhêner û şanonûs e. Salên 1994-95an li Navenda Çanda Mezopotamyayê dersa şano, mûzîk û reqsa gelêrî dîtiye. Sala 1995an li beşa perwerdehiyê Teatra Jiyana Nû ya Şanoya Hêlîn dest bi perwerdehiya şanoyê kiriye. Di 2003yan de yek ji avakarên Şanoya Seyr-î Meselê bû û heta 2008an wek lîstikvan, rêvebir û perwerdekar xebitîye. Li Konservatuara Zankoya Teknîkî ya Stenbolê demekê li ser reqs û mûzîkê xwendîye. Demekê jî li ser pandomîmê xebitîye.

Berfîn Zenderlioğlu Şanoger, şanonûs, perwedekara afirandina dramayê ye. Ew, li Stenbolê di navbera salên 1998-2003yan de li Navenda Çanda Mezopotamyayê kovara mehane Jiyana Rewşen da xebitî û li ser mûzîkê jî perwerdehî dîtiye. Sala 2004an li Şanoya Seyr-î Meselê dest bi perwerdehiya şanoyê kiriye. Heta demekê wek lîstikvan û perwerdekar xebata xwe li wir pêk anîye. Salên 2005-2007an li KHEMê beşa şanoyê perwerdehî dîtiye. Sala 2008an wê û Mîrza Metîn bi hev re DestAR-Theatre ava kirine. Sala 2010an di avakirina Şermola Performansê da cîh girtiye. Niha li DestAR-Theatreê xebatên xwe yên şanogeriyê didomîne.