> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Mizgînîya Newrozê: Deşta Geverê bi berfînan xemilî
- URL: https://www.botantimes.com/mizginiya-newroze-desta-gevere-bi-berfinan-xemilin/
- Published: 2023-03-20T14:48:36.000Z
- Updated: 2023-03-20T14:48:36.000Z
- Author: Gulistan Korban
- Tags: Nivîskar, SERNÛÇE, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Newroz mizgînîya biharê ye. Bi hatina Newrozê re deşt û zozanên Kurdistanê bi kulîlkên rengîn xemilîn.

Ji wan cîhan yek jî deşta Geverê ye ku bi xweşikayîya xwe balê dikişîne.

Deşta Geverê piştî zivistana dûdirêj xwe bi berfînan xemiland.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/03/Ekran-Resmi-2023-03-20-15.15.44.png)

Wêne-Vedat Atli

Pîştî berf helîyan û demsal bû bihar berfînan jî pişta xwe dan Çîyayê Cilo û serê xwe hildan.

Çîyayên ku hêj berf li ser in bi berfînên sipî re dîmeneke bêhempa derxistiye holê.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/03/Ekran-Resmi-2023-03-20-15.13.54-1.png)

Wêne-Vedat Atli

Emrê berfînan tenê hefteyeke ango 10 roj in.

Piştî 10 rojan deşt rengê xwe diguherîne û rengeke din li xwe dipêçîne.

Wênegir Vedat Atli li deşt û zozanên Kurdistanê gav bi gav digere wêneyên rengîn kom dike.

Ew bi xwe xebatkarê tenduristîyê ye. Lê demeke dirêj e deşt, zozan û çiyayên Kurdistanê digere.

Ew dibêje, “Ez dixwazim xweza û jingeha welatê me binasim û bidim nasîn. Ji ber wê ez digerim.”

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/03/90EC7C3B-6319-4A9C-9692-95B74F1D8C7A-1.jpeg)

Wênegir Vedat Atli ji bo bajarê xwe got;

> Deşta Geverê di biharê de herf heftê rengeke digre. Heta Hezîran e ev berdewam e.  
>  
> Ger hûn jî bixwazin vê guherîna rengên cuda bibînin, herin Geverê û derkevin çiyayên bilind. Bêhneke fireh hildin û dengê çûkên welatê me guhdarî bikin.

Her hefteyek Gever bi rengekê cuda ye ji ber wê jê re dibêjn Gevera rengîn.

Xelkê Geverê dibêjin, "Havînan toz û xemam e û biharan wekî buka baranê rengîn e."