> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Mûçeya herî kêm li hemberî Dolarê Emerîkî dihele
- URL: https://www.botantimes.com/muceya-heri-kem-li-hemberi-dolare-emeriki-dihele/
- Published: 2023-06-07T13:43:07.000Z
- Updated: 2023-06-07T13:43:07.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Nirxê Lîreyê Tirkan li hember dolar her diçe kêmtir dibe. Ji mûçeya herî kêm, di 10 rojên dawî 55 dolar kêm bûye.

Mûçeya karker û karmendan di serê salê da wekî 8 hezar û 506 lîreyan hatibû diyarkirin. Ev yek jî tekabûlê 454 Dolarên Emerîkî dikir.

Lê piştî hilbijartin bi dawî bûn, pêşî li bilindbûna Dolarê Emerikî jî nayê girtin.

Di 8 Gulanê da mûçeya herî kêm bi rêjeya dolarê emerikî 425 bû. Lê îro dolar di asteka zêde da bilind bû û derket 23yan.

Li gorî vê, ji îro pê ve mûçeyê herî kêm bi qasî 365 dolaran e.

Ev yek jî dide nîşan ku mehaneya herî kêm a karmend û karkeran ji serê salê ve 89 dolaran, di 10 rojan da jî 60 dolar helîyaye.