> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Murad Dildar Li Botan Timesê ye!
- URL: https://www.botantimes.com/murad-dildar-li-botan-timese-ye/
- Published: 2024-03-19T10:48:22.000Z
- Updated: 2024-03-19T10:48:22.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Nivîskar Murad Dildar li Botan Timesê ye.

Nivîskar û felsefevan Murad Dildar dê ji bo xwînerên Botan Timesê binivîse.

Pisporîya wî li ser edebîyata zarokan û felsefeyê ye.

Yekem nivîsa Dildarî dê di demeka nêzîk da bo xwînerên Botan Timesê bê weşandin

**Murad Dildar kî ye?**

Sala 1986an, li Diyarbekirê, li Taxa Elîparê hatîye dinyayê. Li zanîngehê beşa felsefeyê qedandîye û niha mamosteyê felsefeyê ye. Li ser edebiyata zarokan û felsefeyê dixebite. Sê pirtûkên wî yên çîrokên zarokan çap bûne. Çîrokên wî di kovarên Bar û Nûbiharê de belav bûne. Herwiha nivîsên wî yên li ser felsefeyê di kovarên Felsefevan, Bar Helbest, Dadistan û Sûretgrafê de belav bûne. Yek ji amadekarên podcasta Qehwe û Felsefeyê ye.

**Berhemên Wî:**

Qesra Spî (Avesta)

Dara Sêvê (Avesta)

Stêrka Piçûk - Heşt Çîrok Bo Gêncan(Avesta)