> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Muzîka kurdî bûye "muzîka netirkî" - Muzîsyenê kurd Protesto kirîye
- URL: https://www.botantimes.com/muzika-kurdi-buye-muzika-netirki-muzisyene-kurd-protesto-kiriye/
- Published: 2023-10-24T12:07:07.000Z
- Updated: 2023-10-24T12:07:07.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, MESAM, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

**‏Piştî guherîna navê komxebatê MESAMê dîyar kirîye ku wan ew nav ji ber hinek egeran qebûl nekirine lê dîsa jî wan Diljen Ronî vexwendîye. Lêbelê Ronî ji ber ku navê komxebatê hatîye guherîn vexwendina wan qebûl nekirîye.**

Muzîsyenê kurd Diljen Ronî ji bo *Komxebata Pirsgirêkên Muzîka Kurdî* ya ku dê 20ê Cotmehê bihata lidarxistin, berîya du mehan hatîye vexwendin.

Komxebat ji alîyê Komeleya Piştgirîya berhemên muzîkê û hunermendan (MESAM)ê ve hatîye lidarxistin. Diljen Ronî dê beşdarî di vê komxebatê da bikira lê ji ber hinek egeran komxebat hatîye taloqkirin.

MESAM sazîyek e ku berhemên hunermendan diparêze, mafê‏ ‏telîfê berhev dike û her problemên mafê telîfê çareser dike. Ew, mafên muzîkjenan diparêze û girêdayî‏ ‏Wezareta Çandê ye.

Ronî, rûdan û rewşa vê meseleyê li ser [Gazeteduvar](https://www.gazeteduvar.com.tr/bixwe-heye-nave-we-tuneye-haber-1643655?ref=botantimes.com)ê bi nivîsekê tîne ziman.

Ew vê hewldana MESAMê ji bo fêhmkirina pirsgirêkên hunermendên kurd karekî ‏rast dibîne ji ber vê yekê jî wî qebûl kirîye ku beşdarîyê di wê komxebatê da bike.

Diljen afîşa wan li ser rûpela fermî ya MESAMê dibîne ku navê komxebatê hatîye guhertin‏ ‏“Komxebata Muzîka‏ ‏Kurdî” veguherîye bo “Pirsgirêkên Mafên Xweseriya‏ ‏Zimanên Muzîkê yên ji bilî Tirkî”.

Piştî guherîna navê komxebatê MESAMê dîyar kirîye ku wan ew nav ji ber hinek egeran qebûl nekirine lê dîsa jî wan Diljen Ronî vexwendîye. Lêbelê ji ber ku navê komxebatê hatîye guherîn Ronî vexwendina wan qebûl nekirîye.