> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Nahit Eren: Sloganên hatine avêtin nefret û cihêkarîyê dihewînin
- URL: https://www.botantimes.com/nahit-eren-sloganen-hatine-avetin-nefret-u-cihekariye-dihewinin/
- Published: 2023-12-21T13:20:04.000Z
- Updated: 2026-05-17T22:03:39.000Z
- Author: Engin Ölmez
- Tags: Hevpeyvîn, Nivîskar, SERNÛÇE, 2023, Amed, Amedspor, DIYARBEKIR, diyarbekirspor, Kurd, Kurdî, Nahit Eren, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Diyarbekirsporê li deplasmanê Bursaspor 2-0 têk bir. Lîstikvanên Bursasporê li stadyûmê êrişî listikvanên Diyarbekirsporê kir.

Her du taxim di Koma Spî ya Lîga 2yemîn a TFFyê de ne. Maç li tadyûma Bursasporê bû.

Diyarbekirsporê bi golên Yasîn Dulger (deqîqeya 25emîn) û Bunyamîn Yurur (deqîqeya 85emîn) li deplasmanê Bursaspor 2-0 têk bir. Di deqîqeya 89emîn da di navbera lîstikvanan da nîqaş derket.

Her ku diçe alozî gurtir dibe û alîgirên Bursasporê jî ji trîbûnan made avêtin qadê û lîstikvanên Bursasporê êrişî lîstikvanên Diyarbekirsporê kir.

Serokê Baroya Amedê Nahit Eren û Rêveberê Diyarbekirsporê Serkan Genç derbarê vê bûyerê da bo Botan Timesê axivîn.

> Li nava sehayê êrişan dest pê kirîye û li korîdoran dewan kirîye ku lîstikvanên me Serhat Enes Çalışan, Seymen Yağmur û Cem Çelik birîndar bûne û ev bûyer bo wan bûye travma. Em dê bi rêyên resmî heqê lîstikvanên xwe yên birîndar û kluba xwe biparêzin. Heke bedelê vê wehşetê neyê dayîn sibê dê bibe sebebê bûyerên mezintir. Serokê Bursasporê û rêveberîya wê xemgînîya xwe anîye ziman. Lîstikvanên Bursasporê, yên ku bûne sebebê vê bûyerê ji ehlaqê futbolê bêpar in û alîgirên wan jî provakotor in.  
>  
> Rêveberîya giştî ya Diyarbekirsporê

> Mixabin, berî hemî maçên klubên li Amedê yên ligel Bursaporê bûyer û êrişên wiha çêdibin û em elimî vê yekê ne. Ev ne bûyerên normal ên di nava maçan da ne êdî ji wê yekê derbas bû.  
>  
> Nahit Eren

Ew balê dikêşe ser maça Amedsporê û Bursasporê ya li seheya Bursasporê ku di maçê da hinek kes û posterên ku di hafizeya kurdan da cihekî xerab girtine. Di maçê da alîgirên Bursasporê posterên “Torosa Spî” û endamê JÎTEMê Mahmut Yildirim vekiribûn.

> Li sehayê hinek poster hatine vekirin, ku ew kes û sembolên di wan posteran da cih digirin, ti caran kurdan ji bîr nekirine û ew vekirina posteran tiştekî qestî û sîstematîk e hatîye kirin.  
>  
> Nahit Eren

> Vê maça dawîyê, ya di navbera Diyarbekirspor û Bursasporê da hinek slogan hatine avêtin ku nefret û cihêkarîyê dihewînin. Xaleka din ya giring heye ku digel van hemî bûyeran jî sazî û kesên berpirs tedbîr û bergirîyên pêwîst negirtine. Li ser Klubên Amedê astengîya aligîran heye ku ew nikarin alîgirên xwe bibin deplasmanan û ev yek jî hêj nehatîye çareserkirin. Ji bo ku bergirî li ber bûyer û êrişên wiha bê girtin divê cezayên wisa bêne dayîn ku êdî tiştên bi vî rengî rû nedin lê mixabin li Tirkîyeyê di sazî û raya giştî da bergirî û cezayên bi wî rengî nayêne dîtin. Em li dijî bûyerên wiha ne û derbarê vê yekê da em bangî sazîyên adlî dikin ku li ser bixebitin.  
>  
> Nahit Eren

https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/di-rojeva-siyasete-de-ji-amedspor-hebu-ke-ci-got-1.html