> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Namzetên DEM Partîyê yên Amedê dîyar bûn
- URL: https://www.botantimes.com/namzeten-dem-partiye-yen-amede-diyar-bun/
- Published: 2024-01-24T06:48:39.000Z
- Updated: 2024-01-24T06:48:39.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Dogan Hatûn û Serra Bûcak bûn namzetên DEM Partîyê yên Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê.

Pêşhilbijartinên DEM Partîyê yên Amedê bi dawî bûn.

Di tûra yekem ya pêşhilbijartinê da, ji jinan Serra Bucak hatibû hilbijartin. Li gorî nûçeya AJansa Mezopotamyayê di tûra duyem ya ji bo dîyarkirina namzetê mêr de Dogan Hatûn ji sedî 64ê dengan girtin û bû namzetê hevşaredaryê.

Rêxistina DEM Partîyê ya Amedê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal wiha daxuyand: "Tûra duyan a ji bo dîyarkirina Hevşaredarîya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê temam bû. Hemû sindoq hatin vekirin û hejmartina dengan bi dawî bû. Garîp Kandemîr ji sedî 36'ê dengan û Dogan Hatûn jî ji sedî 64'ê dengan girt. Dogan Hatûn bû namzetê Hevşaredarîyê yê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê."