> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# NASA dê cara ewil astronotekê reşik û jinekê bîşînê hîvê
- URL: https://www.botantimes.com/nasa-de-cara-ewil-astronoteke-resik-u-jineke-bisine-hive/
- Published: 2023-04-04T12:42:56.000Z
- Updated: 2023-04-04T12:42:56.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, ABD, Kanada, NASA, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Ajansa Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) piştî 50 salan astronotan dişîne hîvê.

NASAyê roja Duşemê daxuyaniyek ragihand. Wê dîyar kir ekîba ku ji bo yekem mîsyona bi mirov a li ser hîvê piştî 50 salan hatine wezîfedarkirin.

NASA dê di firîna bi navê Artemisê da cara ewil jinekê û astronotekê reşik bişîne hîvê.

Sê astronotên Amerîkî û Kanadîyek dê sala bê li dora hîvê bizivirin.

Tê plan kirin ku firîn di Mijdara 2024an de pêk bê.