> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Naskirina rapbêjên kurd "xwe-nasîna" kurdan e!
- URL: https://www.botantimes.com/naskirina-rapbejen-kurd-xwe-nasina-kurdan-e/
- Published: 2023-01-21T01:00:00.000Z
- Updated: 2023-01-21T01:00:00.000Z
- Author: Murat Bayram
- Tags: SERNÛÇE, Kurd, Kurdî, mûzîk, Rapbêj, Reqso, reşik, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Reqso yek ji stranbêjên kurd e ku ji sala 2010ê ve stranên bi şêweyê Rapê dibêje. Ew dibêje girseyeka guhdarên rapa kurdî heye. Ew ciwan, hişyar û zana ne û civata mezinan qîmetê wan nizane.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/01/Reqso2.webp)

Reqso, Wêne: Murat Bayram

Dema min cara pêşiyê bi "Rapper"ên kurd re hevpeyvîn kirin min ji Reqso pirsîbû gelo ez ji bo wan bibêjim "rapbêj" dê bê fêmkirin an no. Gotibû "bêje û pîyaseyê tevlihev bike." Îro dibînim ku ew gotin belav bûye û ew ê dîsa ji bo wan "rapbêj" binivîsim.

## Guhdarên me bikarhênerên Tiktokê ne!

> Nifşê nû guhdarîya me dikin. Piranîya guhdarên me yên bi me re diaxivin di emrên 20-30 saliyê de ne. "Nifşê Zyê" guhdarên me ne. Civata mezinan wan kêm dibînin. Qîmetê wan nizanin û welê difikirin ku wan hay ji dinyayê nîne. Lê na! Ne welê ye! Wan hay ji her tiştî heye lê naxwazin xwe bixin di minaqeşeyên mezinan. Ew dixwazin bi nasnameya xwe ya kurd bi zimanê xwe kurdî hebin.  
>  
> Reqso

## Kêm rapbêj hebûn

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/01/Reqso1.webp)

> Dema min dest pê kirî gelek kêm nimûne hebûn. Kesên wek Serhado hebûn... Lê vê gavê gelek kesên bi rapê ve mijûl hene. Gelek ciwan têne pirsa xwe ji me dikin. Ev min gelekî keyfxweş dike. Xeyala min ew e ku ciwanên kurd feyza xwe ji stranbêjên tirk negirin û bi zimanê tirkî karê xwe nekin.  
>  
> Reqso

## Reşikên me

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/01/Reqso.webp)

Reqso (Wêne: Arşîva Reqso)

> Yên guhdariya min dikin "reşik" in. Reşik ew kes in ku tembeliyê nakin. Çalak in û hewil didin tiştekê bikin. Ji bo wan slogana min ev e:  
>  
> Bijî diranên sexî  
>  
> Bijî werzîş  
>  
> Bijî masûlke  
>  
> Bijî jiyanek tendûrist!  
>  
> Reqso