> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Navê DEM Partîyê hat qebûlkirin
- URL: https://www.botantimes.com/nave-dem-partiye-hat-qebulkirin/
- Published: 2023-12-26T08:04:50.000Z
- Updated: 2026-05-17T22:02:51.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Dadgeha Bilind a Tirkîyeyê biryar da û navê kurt ê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) qebûl kir.

Partiya Çepên Kesk biryar dabû ku navê xwe bike Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Dadgeha Bilind navê HEDEPê qebûl nekiribû.

Dadgeha Bilind, sebeba neqebûlkirina navê HEDEPê "HEDEP, HADEPê bi bîr tîne" nîşan dabû û ji ber vê yekê qebûl nekiribû.

Wê, bi hinceta ku navê HEDEPê dişibe kurteya navê Partiya Demokratîk a Gel (HADEP) ku sala 1994an hatibû avakirin.

Dadgeha Bilind biryara xwe bo HEDEPê şandibû û jê xwestibû ku kurtkirina navê xwe biguherînin.

Rêveberîya Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê li ser biryara Dadgeha Bilind kom bû û roja 11ê Kanûna Pêşîna 2023yan biryar da navê kurt ê nû yê partiyê bibe “DEM Partî.”

Wê, navê kurt ê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê wekî “DEM Partî” qebûl kir û li ser malpera xwe jî bi wî awayî nivîsand.

https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/nave-hedepe-nehat-qebulkirin-1.html