> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Navên Kurdan û Navên Kurdî
- URL: https://www.botantimes.com/naven-kurdan-u-naven-kurdi/
- Published: 2023-10-06T13:06:43.000Z
- Updated: 2023-10-06T13:06:43.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nivîskar, Podcast, SERNÛÇE, Vîdeo, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

**Piştî salên 90î navên kurdî berbelav û zêdetir bûne. Bandora herî giring prosesa demokratîkbûna Tirkîyeyê û polîtîkbûna kurdan e. Lê îro di nav navên kurdan de navên kurdî hîn jî hindik in, lê belê sal bi sal zêdetir dibin.**

**\*\*\***

Sazîya Îstatîstîkan ya Tirkîyê (TÜİK), her sal lîsteya 100 navan belav dike ya ku navên herî zêde li zarokan hatine kirin. Di lîsteya 2022yan de sê navên kurdî hene: *Mîran*, *Baran* û *Asmîn*.

*Mîran* di lîsteya navên kurikan de 27emîn e û *Baran* jî 72yemîn e. *Asmîn* jî di nav navên keçikan de 77emîn e. Lê ev dane nayê wê maneyê ku kurd tenê van navan li zarokên xwe dikin. Wek mînak em li navê *Zeynep*, *Mahîr* û *Berat* binêrin. Li gor rûpela [Nisanyan Adlar](https://www.nisanyanadlar.com/?ref=botantimes.com) ku Sevan Nîşanyan ava kirîye, ji 10 bajarên ku herî zêde *Zeynep* lê dijîn, 8 bajar ji wan li Bakurê Kurdistanê ne. Ji bilî Kastamonuyê 10 bajarên ku *Mahir* lê pir in, dîsa bajarên kurdan in. Em dikarin bibêjin ku navê *Berat* temamî kurdan li zarokên xwe kirine.

Doğan Gürpınar, berhemeke bi navê *Türkiye’de Özel İsimlerin Tarihi* nivîsîye. Di kitêbê de serencama guherîna navan li ber çavan danîye. Li gor gotina wî navên kurdî piştî salên 90î di nav kurdan de zêde bûne. Ev jî bi proseseke polîtik ve girêdayî ye. Bo nimûne Gürpınar dibêje bi awayekî îstatîstîkî navê kurdî yê ku cara yekem li Tirkîyeyê ketiye nav navên zêde berbelav an popûler, *Bêrîvan* e. Bi nivîsa tirkî *Berivan*. *Berivan* di sala 92yan de di rêzê de bûye navê 85emîn û di sala 93yan de jî ketiye rêza 88an.

Baş e, çima *Berivan* û çima salên 92-93yan?

(Berîya salên 80yî li qada sîyasî kurdî jî serê xwe bilind kiribû. Ji ber vê yekê derbeya 12ê  
Îlona 80yî di prosesa asîmîlasyonê de xaçerêyeke giring e. Rêveberîya leşkerî di sala 83yan de li dijî kurdî qanûnek derxist. Nimara qanunê 2932 bû û navê wê “Qanûna derbarê weşanên ji bilî zimanê tirkî de” (Türkçeden Başka Dillerde Yapılacak Yayınlar Hakkındaki Kanun) bû. Ev qanûn rasterast li dijî kurdî bû ku em ji maddeyên 1emîn û 2yemîn fam dikin. Maddeya yekemîn bi awayekî fermî hemû welatîyên Tirkîyê dikir tirk û zimanê tirkan jî dikir tirkî. Yanî tu kurd jî bî bi awayekî fermî tu tirk î û zimanê te tirkî ye. Maddeya duyemîn destnîşan dikir ku “dewletên ku ji aliyê dewleta Tirk ve têne naskirin û qebûllkirin, ji bilî **zimanê wan ê fermî yê yekemîn,** beyana fikr û ramanan û weşan qedexe ye.” Ji ber ku kurdî li Iraqê zimanê fermî yê duyemîn bû, qanûn wer hûnandibûn ku kurdî qedexe ye.)

Piştî ku dawîya sala 89an Turgut Özal bû serokkomar, behsa “realîteya kurdan” kir û çend caran got divê em pirsgirêka kurdan çareser bikin. Di sala 91an de Özal ev qanûna ku kurdî qedexe dike betal kir, bend û berbestên giran ên bi rêya vê qanûnê hatine danîn, li pêşîya kurdî rabûn. Weşanxaneyên kurdî yên wek Nûbihar, Avesta, Aramê jî piştî vê gavê dest bi weşanên xwe kirin.

Piştî vê pêngavê em dibînin ku kurd zêdetir navên kurdî li zarokan dikin. Yanî berbelavbûna navên kurdî bi vê pêngava Özal ve girêdayî ye. Baş e, çima ne navekî din û *Bêrîvan*?

Gelek kes Newroza Cizîrê ya sala 92yan dizane ka çi bû û çawa bû. Di wê newrozê de jineke ciwan ya bi navê Bêrîvan hebû ku serkêşîya xwepêşandan dikir. Ji ber vê yekê, navê Bêrîvanê di nav kurdan de belav bû. Û di sala 92yan de kete nava wan navan yê ku li Tirkîyeyê herî zêde li keçikan tê kirin.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/10/indir-3.jpg)

Bêrîvan. Di Newroza Cizîrê ya sala 1992yan de bi serkêşiya xwe ya xwepêşandanan navdar bû.

\*\*\*

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/10/navvv.png)

Navê *Berivan*ê li gorî salan. Ji yekem hejmartina nifûsê (1929) heta sala 2022yan.

Yanî bi gotina Gürpınar navekî ji kevneşopîyê û ne polîtîk, bi bûyer û xwepêşandanên newroza Cizîrê dibe navekî polîtîk û bi pêngava Turgut Özal di nav kurdan de berbelav dibe. Piştre Sibel Can straneke bi navê “Berivan” dibêje û navê Bêrîvanê popûlertir dibe. Lê maneya wê ya polîtîk wenda dibe.

**\*\*\***

Gürpınar di berhema xwe de dibêje ku di sala 2014an de xwarzê/birazêyekî/ê wî çêbûye û herkesî pêşniyaza navê *Ada* li wan kiriye. Ya hatî serê Gürpınar, hate serê me jî. Di sala 2011an de Xwedê keçek da me, min qerara navê wê ji salek berê de dabû. Lê dîsa jî ji derdoran pêşniyazên navan li min dikirin. Gelek kesan wê salê ji min re got navê *Ecrin*/*Ecrinnisa*yê li keçika xwe bike. Ji Rihayê, ji Qeyserîyê, ji Stenbolê însanên ku haya wan ji hev tune, ew nav digotin. Ez ji ber vê yekê şaş mam. Ji ber ku herkesî digot navekî mustesna ye û te digot qey tenê hatiye bîra wan.

Gürpınar beyan dike ku sala 2011an navê *Ada*yê navê herî popûler bû. Yanî sala ku ev nav ji wan re hatiye gotin. Min nêrî, navê Ecrînê jî herî zêde di sala 2011an de popûler bûye. Yanî ew însanên derûdora me difikirin ku wan navekî mustesna dîtîye, lê xebera wan tunebûye ku wê salê ew jî li ber bayê popûlerîyê ketine û lema wan pêşnîyazan dikin. Tiştekî ‘ecêb e. Dawîya dawî, piştî salên 90î navên kurdî berbelav û zêdetir bûne. Bandora herî giring prosesa demokratîkbûna Tirkîyeyê û polîtîkbûna kurdan e. Lê îro di nav navên kurdan de navên kurdî hîn jî hindik in, lê belê sal bi sal zêdetir dibin. Ka em binêrin deh sal şûnde çend navên kurdî di lîsteya TÜİKê de cih digirin, ez bi meraq li bendê me.