> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# NameBT dê her hefte nameyên nûçeyan bişîne
- URL: https://www.botantimes.com/nemebt-de-nameyen-nuceyan-her-hefte-bisine/
- Published: 2024-08-07T19:45:02.000Z
- Updated: 2024-08-07T19:45:02.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Rojnamegerî, SERNÛÇE, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Botan Timesê dest bi xizmeteka nû ji bo xwendevanên xwe kir. Ji vê hefteyê pê ve em ê her hefte li ser naveroka weşanên xwe e-nameyekê ji we re bişînin. [NameBT](https://name.botantimes.com/?ref=botantimes.com)yê dest bi weşanê kir.

## 5 edîtor, 5 namenûçeyên hefteyî - 2025

Berpirsê giştî yê Botan International Medya LTDyê Murat Bayramî diyar kir ku vê hefteyê wan dest bi xebatên ji bo NameBTyê kiriye û nêzîkî 400 kesan navê e-posteya xwe qeyd kiriye.

Wî eşkere kir plana wan ji bo sala 2025ê heye ku 5 edîtor ji bo pênc namenûçeyan dê hefteyekê bixebitin û ji xwendevanên Botan Timesê re bişînin.

Heman name dê heftane li Botan Timesê jî bê weşandin.

## NaverokBTyê dest pê kiriye

Bayramî di nameya ji bo wan kesên xwe qeyd kirîn de ho gotiye:

**Merheba,**

Hemî demên te xweş bin.

Heger te ev nameya elektronîk standibe tu jî tevlî lîsteya me ya name-nûçeyan bûyî. Em ê li nameyekê nûçeyên kurt û zelalkirî yên li ser naverokên Botan Timesê heftane ji te re rêkin.

Ji bo sala 2025ê em xwe amade dikin ku heftane 5 nameyên bi naverokên "DinyaBT- nûçeyên navneteweyî" "MedyayaMe - rojeva hefteyeka medyaya kurdî" "DerdorBT - nûçeyên li ser derdorê" "BotanTeyîd-Nûçeyên piştrastkirî" "NaverokBT - Kurteya weşanên hefteyeka Botan Timesê" bişînin.

Ji bo her nameya nûçeyan edîtorên cida dê hefteyekê xwe amade bikin û ji qutîka te ya posteya dîjîtal re rêkin.

**Naverokên li ser agahiyên heqîqî hatî avakirin yên li ser gelekê ked û lêkolîn hatî kirin û bi kalîteya bilind hatî amadekirin dê li ber destê te be.**

Em bi NaverokBTyê dest pê dikin.

Li ser xêrê be

**Murat Bayram, berpirsê Botan Timesê**