> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# "Neteweperwerîya şanoya Kurdî" bû pirtûk
- URL: https://www.botantimes.com/neteweperweriya-sanoya-kurdi-bu-pirtuk/
- Published: 2025-04-28T07:09:31.000Z
- Updated: 2025-04-28T07:09:31.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Edebiyat, Nûçe, #Migrated-1779045399267, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:16

Pirtûka "Tiyatroda Kürt Milliyetçiliği: Irak Kürdistanı'nda Performans, Politika ve Direniş" (Neteweperwerîya Kurdî di Şanoyê de: Performans, Siyaset û Berxwedana li Kurdistana Iraqê) a nivîskar Mari R. Rostami hatiye weşandin. Pirtûka ku ji aliyê Hikmet İlhan ve ji Îngilîzî ji bo tirkî hatiye wergerandin, ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hatiye çapkirin.

## Naveroka pirtûkê

Pirtûk diyar dike ku şanoya li Kurdistana Iraqê ji salên 1920ê heta niho wek amrazeka avakirina nasnameya neteweyî û modernîzasyonê hatiye bikaranîn. Di rêya şanoyê de xwendin, nivîsandin, perwerde û mafên jinan hatine teşwîqkirin.

Li gorî pirtûkê, şanoya Kurdî ku folklor, efsane û dîroka herêmî dihewîne, bûye yek ji hêmanên herî dîtbar ên neteweparêziya çandî ya Kurdî. Bi demê re, şanoyê rexneyên li dijî feodalizm û monarşiyê dihewandin û ew bûye beşek ji tevgera siyasî ya firehtir ku di sala 1958an de bû sedema rûxandina monarşiyê.

## Berxwedan û sansûr

Di navbera salên 1975-1991ê de, tevî sansûra tund a rejîma Baasê, şanoya Kurdî bi bikaranîna çand û edebiyata gelî û diroka Kurdî berdewam kir. Vê yekê alîkarîya wê yekê kir ku neteweparêzî û berxwedana Kurdî berdewam bike.

Ev pirtûk ku yek ji pirtûkên yekem e ku ji şanoya Kurdî re hatiye terxankirin, li ser deqên dramatîk ên wê demê, hevpeyvînên bi hunermendên şanoyê re, belgenameyên dîrokî û çavkaniyên rojnamegeriyê ava dibe. Her holê, pirtûk nîşan dide ka şanoyê çawa alîkariya têkoşîna neteweyî ya Kurdî kiriye û di demên cida yên dîrokî de bersiva guherînên siyasî daye.

28/04/2025

Nivîskar: Botan Times

Çavkanî: Weşanxaneya Avesta, Botan Times