> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Neteweyên Yekbûyî: Piştî erdhêjên li Tirkîyeyê 1.5 milyon kes bêmal mane
- URL: https://www.botantimes.com/neteweyen-yekbuyi-pisti-erdhejen-li-tirkiyeye-1-5-milyon-kes-bemal-mane/
- Published: 2023-02-27T10:00:10.000Z
- Updated: 2023-02-27T10:00:10.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: erdhêj, Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

6ê Sibatê li Tirkîyeyê du erdhêj çêbûn. Wan erdhêjan tesîrê zêdetirî 13.5 milyon kesan kir.

Pisporên Geşêdanê yên Neteweyên Yekbûyî diyar kirin ku 1.5 milyon kes di erdhêjê de bêmal mane.

Her wiha didin zanîn ku divê ji bo mexdûrên erdhêjê kêmane 500 hezar xanîyên nû bên avakirin.

> Ev yek eşkere dike ku ev erdêjên herî mezin ên dîroka Tirkîyeyê ne û dibe ku mezintirîn felaketa xwezayî ya welêt be.  
>  
> Nûnera [UNDP](https://www.undp.org/?ref=botantimes.com)yê ya Tirkîyeyê Louisa Vinton

Nûnera Pêşketinê yên Neteweyên Yekbûyî a Tirkîyeyê Louisa Vinton dide zanîn ku berîya avakirina malên nû divê texmînî 116-210 milyon ton jibermayîyên kavilan bên paqijkirin. Ji bo zelalbûna vê mijarê jî mînaka erdhêja 1999an a Stenbolê da ku di encama wê erdhêjê de 13 mîlyon ton jibermayîyên kavilan çêbûbûn.

Li gor daneyên ku AFADê eşkere kiriye heta aniha 44 hezar û 374 kes mirine.

**Wergêrî û berhevkirina vê nûçeyê Yonca Sarsilmazê kiriye.**