> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Nivîskar Hisên Kemal çû ber dilovaniya Xwedê
- URL: https://www.botantimes.com/niviskar-hisen-kemali-cu-ser-dilovaniya-xwe/
- Published: 2023-08-16T11:44:35.000Z
- Updated: 2023-08-16T11:44:35.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Hisên Kemalê nivîskar vê sibehê çû ber dilovaniya Xwedê.

Nivîskar di sala 1963yan da hatibû dinê û 60 salî bû.

Agahiya mirina Hisên Kemalî Weşanxaneya Wardozê li ser hesaba xwe ya Twitterê belav kir û da zanîn;

> Vê sibehê me xebereka nexweş bihîst. Nivîskarê me yê romana Termê rêzdar Hisên Kemalî rehmet kirîye. Bila serê malbat, xwendevan û gelê kurd sax be. Em gelek xemgîn in. Hisên Kemal, ji bo edebîyata kurdî qelemeka pir xurt bû. Romana wî ya dawî “Sê Jin” nîvco ma.

> [](https://twitter.com/wesanenwardoze/status/1691764349692440874?s=48&ref=botantimes.com)

**Hisên Kemalî kî ye?**

Hisên Kemal li gundê Kifrîyê yê bi ser Sirûca Rihayê, sala 1963an ji dayik bûye.

Bavê şeş zarokan e û li Rihayê dijîya. Pirtûka wî ya bi navê TERM heye.

Piştî mirina wî romana wî ya herî dawî “Sê Jin” jî nîvco ma.