> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Nivîskar Mehmet Akar dê kitêbên xwe îmze bike
- URL: https://www.botantimes.com/niviskar-mehmet-akar-de-kiteben-xwe-imze-bike/
- Published: 2023-09-14T13:53:08.000Z
- Updated: 2023-09-14T13:53:08.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, DIYARBEKIR, imze, kitêb, Kurd, Kurdî, medya kitapevi, Stenbol, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Nivîskar Mehmet Akar dê li Stenbolê, 16ê Îlonê li Kitêbxaneya Medyayê ji bo xwîneran berhemên xwe îmze bike.

Bername dê saet 15:00an li Kitêbxaneya Medyayê dest pê bike.

Ew nivîskarê roman û çîrokan e ku gelek xebatên wî yên li ser zimanê kurdî jî hene.

**Kitêbên wî yên çapkirî ev in:**

\- El û Osê Dîngî, Vesta, 2023 (Roman)  
\- Welatê Aşitî û Rojê Komagene, Sidar, 2023 (Vebêje) (Bi Mahmut Nedim Kaya re)  
\- Em û Ew Bi Hev Re, Weşanên Pel, 2021(Ansîklopedî)  
\- Rojên Şêlî, Weşanên Semsûr, 2020 (Bîranîn - Çîrok)  
\- Merivek Berferatî, Weşanên Semsûr, 2019 (Roman)  
\- Li Pey Bihostek Erd, Weşanên Semsûr, 2019 (Bîranîn-Roman)  
\- Mêrxasê Mirdêsî Apê Osman Sebrî, Weşanên Semsûr, 2017 (Bîyografî)