> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Nivîskar û helbestvan Ferhad Pîrbal namzed e bo Parlementoya Kurdistanê
- URL: https://www.botantimes.com/niviskar-u-helbestvan-ferhad-pirbal-namzed-e-bo-parlementoya-kurdistane/
- Published: 2024-09-30T11:53:47.000Z
- Updated: 2024-09-30T11:53:47.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Polîtîka, DIYARBEKIR, ferhad pîrbal, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Nivîskar, helbestvan û akademîsyen Ferhad Pîrbal namzed e bo Parlementoya Herêma Kurdistanê.

Hilbijartinên Parlmentoya Herêma Kurdistanê li Başûr dest pê kirîye.

Akademîsyen Pîrbal wekî namzedê serbixwe di hilbjartinan da beşdar e.

Pîrbal bo [Rûdaw](https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/300920247?ref=botantimes.com)ê axivîye û plan û projeyên xwe destnîşan kirîye heke hate hilbijartin ka dê çi bike.

**"Divê dadgeh werin darizandin"**

Ferbad Pîrbal li ser hesabê xwe yê Facebookê çend dirûşmên wekî “Ez dê zeviyê bidim kesê ku biajo”, “Ez dê parlamentoyê betal bikim: Ez dê li şûna partiyan, gel bînim nava parlamentoyê” û “Divê dadgeh werin darizandin” nivîsandine.

Namzedê serbixwe yê Parlamentoya Kurdistanê Ferhad Pîrbal destnîşan kir ku eger were hilbijartin, li parlamentoyê karekî dijwar li hêviya wî ye.

Hejmara Ferhad Pîrbal a ku di pişkavêtina Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê de derketiye 189 e.

**Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê**

Herêma Kurdistanê xwe amade dike ku 20ê Çiriya Pêşîn biçe ser sindoqan.

Kampanyaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê roja 25ê Îlonê dest pê kir.

Hezar û 191 namzed dê ji bo 100 kursiyî têbikoşin û di hilbijartinan de li 4 parêzgehan bi giştî 368 jin bûne namzed.

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê roja 25ê Îlonê dest bi pêvajoya hilbijartinan kir û ragihand, ti astengiyên yasayî ji bo beşdariya hezar û 191 berbijêran nînin.

**Ferhad Pîrbal**

Sala 1961ê li Hewlêrê ji dayîk bûye. Di sala 1984an de beşa ziman û edebiyata kurdî li Zanîngeha Silêmaniyê xelas kiriye. Sala 1986an çûye Denmarkê, dûre çûye Almanyayê û herî dawî li Fransayê bi cih bûye û li vir xwendina xwe di beşa edebiyata kurdî de li Zanîngeha Sorbonneê biriye serî. Di 1994an de vedigere Kurdistanê û di Zanîngeha Selahedînê de li ser dîroka edebiyata kurdî ya modern kar dike û navenda kulturî ya Şerefxanê Bedlîsî ava dike. Pîrbal li Hewlêrê dijî û heta niha bi dehan berhemên wî di warê roman, çîrok, helbest, şanoname û lêkolînê de hatine weşandin. Hin berhemên wî yên ku li kurmancî hatine wergerandin ev in: *Çolistan* (2001, Avesta), *Santiago de Compostela* (2013, Avesta), *Penaberekî Fransî li Kurdistanê* (2015, Avesta), *Reîs Remezan(ekan)* (2015, Avesta), *Evdirehîm Rehmî Hekarî* (2016, Lîs).