> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# NLTR: Di 4 gavan da amadekirina projeyeka serkeftî
- URL: https://www.botantimes.com/nltr-di-4-gavan-da-amadekirina-projeyeka-serkefti/
- Published: 2023-12-28T09:30:34.000Z
- Updated: 2023-12-28T09:30:34.000Z
- Author: NewsLabTurkey
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

## 1: Pirsgirêkê pênase bikin

Pirsgirêk çi ye? Pirsgirêk çiqas mezin e? Çaresîyên heyî çi ne? Xeletîyên heyî yên çareserîyê çi ne?

Wextê mirov pirsgirêkê pênase dike, gelek giring e ku mirov bi hûrgilû bifikire, li ser yek xalê hûr bibe û pirsgireke dabeş bike û bi rê ve bibe.

## 2: Çareserîyê bigerin

Ev çareserîyeka pêkan e? Gelo aktorên din hene ku heman çareserî di beşên cuda da bikar anîne? Astengîyên muhtemel çi ne?

Wexta ku çareseriya pirsgirêkan tê pêşvebirin, herçiqas armanc mezin be jî, divê mirov bi pêngavên piçûk dest pê bike û bi awayekî spesîfîk nêzîkî çareseriyan bibe. Ev yek dê serederiyê li gel pirsgirêkan hêsantir bike.

## 3: Girseya xwe ya hedefkirî dîyar bikin

Zehf giring e ku mirov projeyê li gor girseya xwe ya hedefkirî saz bike! Divê ji bo berhema dê bê pêşvebirin analîzek baş ya girseya hedefkirî bê kirin û potansîyela pewîstîyê bê dîyarkirin.

Dema hûn girseya xwe ya hedefkirî dîyar dikin û projeya xwe li gor wan saz dikin, xwe ji dudiliyên xwe dûr bixin.

## 4: Plana xwe ya budçeyê bikin

Budçe li gor pêwistîyên projeyê tê dîyarkirin. Lê belê, proje dikare li gor budçeyê were sererastikirin.

Dema plana budçeye tê kirin, giring e ku mirov bi hûrgilî bifikire, bi berpirsiyarî tevbigere û ji bo her qelemeka budçeyê **çima+li ku derê** bê bikaranîn bi zelalî behs bike.

***Wergera ji Tirkî Yonca Sarsilmaz***