> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Nûbihar Akademî ji bo hejmara xwe ya 21an li benda gotaran e
- URL: https://www.botantimes.com/nubihar-akademi-ji-bo-hejmara-xwe-ya-21an-li-benda-gotaran-e/
- Published: 2024-02-20T06:51:37.000Z
- Updated: 2024-02-20T06:51:37.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Nûbihar Akademîyê ji bo çapa hejmara 21an bangewazîyek kir.

Nûbihar Akademî, ji hemî pispor, akademîsyen û vekolarên qada xebatên kurdî re radigihîne ku ew dê ji bo hejmara xwe ya 21em dosyeyekê amade bikin.

Dosye bi serperiştîya Dr. Hemin Omar Ahmadî li ser *Edebîyata Soranî di Sedsala XXem* da tê amadekirin.

Nûbihar Akademî dê her cure nivîsên li ser vê babetê û yên di qadên ziman, edebîyat û zanistên civakî da pêşwazî bike û binirxîne.

Tarîxa dawî ya ji bo şandina gotaran 30.04.2024 e.

Kesên dixwazin beşdar bibin, dikarin gotarên xwe bişînin vê maîlê: https://dergipark.org.tr/tr/pub/nubihar

Nûbihar Akademî, kovareka akademîk ya xebatên kurdî ya navneteweyî ye.