> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Nûbihar bi dosyeya “Kurdên Anatoliya Navîn” derket
- URL: https://www.botantimes.com/nubihar-bi-dosyeya-kurden-anatoliya-navin-derket/
- Published: 2026-05-19T10:37:46.000Z
- Updated: 2026-05-19T10:37:46.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Hûner, Weşan, tr

Kovara Nûbiharê jimara xwe ya 175ê bi dosyayeya “Kurdên Anatoliya Navîn” derxistiye.

Edîtoriya dosyeyê Mehtab Îdelî û Adem Özgür kirine.

Wekî tê zanîn li derdora Enqere, Qonya, Kirşehir, Yozgat, Aksarayê û pir cihên din, gundên Kurdan û navçeyên ku bigiranî Kurd 

 lê dijîn hene.

Ev jimar seranser 96 rûpel li ser Kurdên Anatoliya Navîn e.

Di vê dosyeya Kurdên Anatoliya Navîn de gelek kesan binivîs û helbestên xwe cih girtine.

Amadekarên dosyayê cih dane gelek mijaran û di mijarêncurbecur de nivîs hatine weşandin.

Di mijarên wekî dîrok, ziman, edebiyat, folklor, muzîk, eşîr, kesayet û hin mijarên de nivîs hene.

Tiştekî balkêş jî, kesên di vê dosyeyê de nivîsîne, jibilî çendkesan, tev jî Kurdên Anatoliya navîn in.

![](https://storage.ghost.io/c/30/78/3078d29f-396a-43b0-b7b7-1bc59fe4b4b6/content/images/2026/05/Nubihar-175-Kapak-Yeniden--1.png)

Gerînendeyê Giştî yê Weşanê Süleyman Çevik, di nivîsadestpêkê de, ji bo vê jimarê kêfxweşiya xwe aniye ziman û wiha gotiye: “Wisa xuyaye, Kurdên Anatolya Navîn, wan bixwe pir caran behsa xwe kirine, lê me nekiriye; me ev Kurdênvê derê terkî qedera wan kirine. Ji ber vê sedemê ez pir kêfxweş im; belkî cara ewil li ser wan dosyeyek wisa amade dibe. Weşandina dosyeyek wiha dibe nesîbê Nûbiharê.”

Naveroka jimara 175an weha ye:

\-Mehmet Bayrak/Kurdên Anatoliya Navîn: Kêmneteweya dinav kêmneteweyan de (werger: Arya Bilikan).

\-Şoreş Reşî/Dîroka Kurdên Anatoliya Navîn.

\-Ali Duran Topuz/Barê Hespê Mîrê Qoçgîrî: Bîr û BîraHember a Şînê.

\-Mehtab Îdelî/Çend Navdarên Kurdên Anatoliya Navîn.

\-Mem Xelîkan/Ji Kurd Remzî heta roja îro Muzîka Kurdî liAnatoliya Navîn (werger: Bamed Serdar).

\-Kadîr Çelîk/Koçberî.

\-Mûrad Ciwan/Daweta “Efsaneyî’’ ya Şehzade BayezîdêOsmanî û Dewletşah Xatûna Keça Mîrê Germiyanî.

\-Mustafa Kizilkaya/Ga Westiyan.

\-Memê Mala Hine/Mîrata jibîrkirî ya şoreşgerekî wenda: Dr. Şivanê Kurdên Anatolyayê.

\-Melik Özkan/Reşwan.

\-Rohat Alakom/Di çapemeniya Tirkî de Serpêhatiya HesenêKurd.

\-Mem Xelikan/Serenad.

\-Muzaffer Özgür/Mem Xelikan: Bijîşk û Helbestvanê Dilan.

\-Rojvan Enes/Ji malê dûr...

\-Nuh Ateş/Bi dizikî: Hezkirin û Dilketin.

\-Dîlan Şewqî/Ji Rojava ta Anatoliya Navîn.

\-Yusuf Yeşilöz/Nuh Ateş: Sîmyagerê Çanda Kurdî.

\-Çavuş Yapici (berhevkar)/Stran: Heciyê Buxircî, Gotin: Gelerî.

\-Îmed Îdelî (berhevkar)/Stran Kinê Gotin: Gelerî.

\-Alî Çîftçî: Bîranîn Xebateke Hebûnê ye! (hevpeyvîn: AdemÖzgür).

\-Fikret Yildiz/Eşîra Mikaîlî li Anatoliya Navîn.

\-Mehtab Îdelî/Çend Gotinên Devokî yên Kurdên AnatoliyaNavîn.

\-Aşiq Şêxo/Hoyder Gozelê.

\-Dr. Haci Çevîk/Ji Bêdengiyê ber bi siyasalbûnê ve: KurdênAnatoliya Navîn û Dînamîka Dîasporayê (wergera: BrahîmSorî)

\-Kadîr Çelîk/Edebiyata Kurdên Anatoliya Navîn

\-Xizan Şîlan/Êşên Bêreng.

\-Xamgelî Bane/Şêxbizingel kî ye, ji ku kêçax raçe hatiyîneHeymenê?

\-Osman Alabay (berhevkar)/Destana Qamişê Qul.

\-Azad Celikanî/Pirtûkeke akademîk a girîng li ser KurdênAnatoliya Navîn