> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Nûbiharê sê kitêbên zarokan çap kirin
- URL: https://www.botantimes.com/nubihare-se-kiteben-zarokan-cap-kirin/
- Published: 2023-12-30T12:47:04.000Z
- Updated: 2023-12-30T12:47:04.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, nûbihar, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Weşanên Nûbiharê sê kitêbên zarokan çap kirin û belav kirin.

*Gundê Xweş û Gundê Nexweş, Ofof û Prensesa Xwedivê* ji alîyê Şükran Çaçanê ve hatine nivîsîn û ji weşanên Nûbiharê çap bûne.

Ev kitêbên zarokan yên biwêne ji bo zarokên 4-8 salî ne.

**Nivîsara her sê Çîrokan**

Nivîskar, xêzkar û berhevkara wan Şukran Çaçan, bi van çîrokan xwestiye çend ders û nirxên bingehîn ên perwerdehiyê derxe pêş. Bi vê mebestê di çîroka Ofof de hezkirin, dilsozî, fedekarî û sedaqet hatiye vegotin.  
Di çîroka Prensesa Xwedivî de zirara şûmîtî û xwedbîniyê hatiye ziman. Di çîroka Gundê Xweş û Gundê Nexweş de jî li ser tiralî û xîretê, li ser qirêjî û paqijiyê, li ser pevçûn û lihevkirinê, du gund û gundî hatine qîyaskirin û rêya rast hatiye nîşandan.  
Ev çîrokên ku xitabî zarokên 4-8 salî dikin, bi xêzên xwe yên xweşik û Kurdiya xwe ya sivik balê dikêşin.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/12/NIVISKAR-SABLON-34.png)