> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# NYyê eşkere kiriye: Li seranserê cîhanê dê germahîya hewayê bilind bibe
- URL: https://www.botantimes.com/ny-eskere-kiriye-li-seransere-cihane-de-germahiya-hewaye-bilind-bibe/
- Published: 2023-05-18T13:49:48.000Z
- Updated: 2023-05-18T13:49:48.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Li gorî Rêxistina Meteorolojîyê ya Cîhanî (WMO) dibe ku di 5 salên pêşîya me da germahîyên gerdûnî 1,5 pîleyî derbas bike.

Rêxistinê bi raporek aşkere kiriye ku dê di navbera salên 2023- 2027an da li cîhanê germahîya hewayê derkeve asta herî jor.

WMO raporên xwe dibin sîwana Neteweyên Yekbûyî da amada dike. Ew diyar dike ku germahîya hewayê dê ji ber gaza serayê û hewaya El Nînoyê zêdetir bibe.

Sekreterê Giştî yê WMO Petteri Taalasî anî ziman ku germahîyên zêde dê ji bo tenduristî, ewlehîya xwarinê, rêveberîya avê û jîngehê bibe sedema encamên pir mezin.