> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# NY: Ji sedî 20ê hilberîna çandinîyê ya Tirkîyeyê zerer dîtîye
- URL: https://www.botantimes.com/ny-ji-sedi-20e-hilberina-candiniye-ya-tirkiyeye-zirar-ditiye/
- Published: 2023-04-02T14:01:20.000Z
- Updated: 2023-04-02T14:01:20.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, NY, tarim, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Netewên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji ber erdhêjên di 6ê Sibatê da pêk hatîn ji sedî 20ê hilberîna çandiniyê ya Tirkiyeyê zerer girtiye.

Li gorî Rêxistina Xurek û Çandinîyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) erdhêj ziyaneke mezin gihandiye çandiniyê.

> Rêxistin dîyar dike ku li herêma erdhêjê sewalkarî, masîgirtin, çandinîya avî û binesaziya gundewarî zerer dîtine.

FAO dîyar dike ku erdhêjê bandor li 15 mîlyon mîrovan kiriye.

Li gor FAOyê, zêdetirî sêyeka nifûsa li herêma erdhêjê jîyana wan bi çandiniyê ve girêdayî ne.

Her wiha hat gotin ku maliyeta erdhejan ya li Tirkiyeyê 103 milyar dolar e.