> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# NY Times: Mezopotamyaya ku şaristanîyê lê dest pê kiriye ziwa ye!
- URL: https://www.botantimes.com/ny-times-mezopotamyaya-ku-saristaniye-le-dest-pe-kiriye-ziwa-ye/
- Published: 2023-08-10T08:02:45.000Z
- Updated: 2023-08-10T08:02:45.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Mezopotamya yanî ew cihê di navbera Ferad û Dîcleyê de ji destpêka şaristaniya mirovan ve wek "axa bibereket" tê zanîn lê niho ji ber hişkesaliyê ti bereketa wê nemaye.

Li gor nûçeya [Alissa J. Rubin](https://www.nytimes.com/by/alissa-j-rubin?ref=botantimes.com)ê ya li New York Timesê hatî weşandin gundên li ber ava Feradê yên Iraqê ji ber kêmavîyê têne terikandin.

Şeyh Adnan al Sahlani yek ji dersdarên fenê ye û li Nasirîyeyê kar dike wî gotiye:

"Belkî hûn bawer nekin lê demekê ev der avî bûn... Niho li ti deran av nîne."

Rubinê diyar kiriye ku di tarîxa mirovatîyê de behsa "Rezên Babîlê" û "Bexçeyên Cinetê" tê kirin ku li Incîlê behsa wê tê kirin. Ew herdu der jî li ber ava Feradê bûn.

\---

Hemîya nûçeyê: [New York Times](https://www.nytimes.com/2023/07/29/world/middleeast/iraq-water-crisis-desertification.html?searchResultPosition=3&ref=botantimes.com)