> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# NYyê eşkere kirîye: Li Tirkîyeyê hejmara penaberan ji sedî 5 kêm bûye
- URL: https://www.botantimes.com/nyye-eskere-kiriye-li-tirkiyeye-hejmara-penaberan-ji-sedi-5-kem-buye/
- Published: 2023-06-14T10:15:15.000Z
- Updated: 2023-06-14T10:15:15.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Li gorî daneyên Komîserîya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) li Tirkîyeyê di dawîya sala 2022yan da hejmara penaberan ji sedî 5 kêm bûye.

UNHRCê raporta xwe ya Trendên Gerdûnî ya li ser mirovên ku bi darê zorê ji cih û warên xwe bûne, parve kirîye. Raporta 2022yan li ser malpera UNHCRyê hatîye belavkirin.

Li gorî vê yekê, heta dawîya sala 2022yan li cîhanê hejmara mirovên bi darê zorê ji cih û warên xwe bûne ji 108 milyonan borîye.

Ev hejmar di dawîya sala 2022yan da li gorî sala borî 19,1 milyon zêde bûye.

Komîserîya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî di raporta xwe da cih daye Tirkîyeyê jî.

Raport destnîşan dike ku li Tirkîyeyê nifûsa penaberan 191 hezar kêm bûye û daketiye 3,57 milyonî.

Li gorî raportê Tirkîye ji 3,6 milyon penaberan ra mazûvanîyê dike. Li gorî vê reqemê Tirkîye di rêza yekem da cih digire.