> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# OpenAIyê ragihand: Bernameya Hişê Çêkirî malperek Hack kiriye - DW
- URL: https://www.botantimes.com/openaiye-ragihand-bernameya-hise-cekiri-malperek-hack-kiriye-dw/
- Published: 2026-07-27T10:43:52.000Z
- Updated: 2026-07-27T10:43:52.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Teknolojî, hişê çêkirî

Şirketa OpenAIyê ragihand ku modela wan ya Hişê Çêkirî di ceribandineka li qadeka ewle de ji kontrolê derketiye. Modela nû ji xwe re armancek diyar kiriye û êrîşa sîber biriye ser malperekê.

## Hişê Çêkirî bi serê xwe xebitî

Şirketa OpenAIyê diyar kir ku modelên GPT-5.6 û modeleka nû ya nehatî belavkirin tevlî vê bûyerê bûne. Modela Hişê Çêkirî di hawirdoreka kontrolkirî de dihat ceribandin. Ji ber ku ewlehîya xurt hebû rêya torê li ber modelê girtî bû. Modela Hişê Çêkirî di xaleka ceribandinê de rêya girêdana torê dîtiye û av lê nevexwariye. Yekser ketiye nav torê.

## Modela nû êrîş bir ser platforma Hugging Faceê

Modela Hişê Çêkirî pişt re biryar daye ku êrîşê bibe ser platforma Hugging Faceê. Ev platform ji bo berhevkirina daneyên Hişê Çêkirî tê bikaranîn. Modela OpenAIyê ji bo vê êrîşê agahîyên nasnameyan ji dizîyî ve bikar anîne. Modela nû gelek rêbazên cida yên êrîşê li pey hev bikar anîne. Platforma Hugging Faceê jî hefteya borî ev êrîş piştrast kiribû.

## Şirketan belavkirina modelên nû rawestandin

Şirketên navneteweyî ji ber van metirsîyên sîberê gavek bi paş de avêt. OpenAI û şirketa Anthropicê belavkirina modelên xwe yên nû bo demekî rawestandin. Ev modelên nû dikarin sîstemên ewlehîyê yên girîng bişkînin. 

**Çavkanî:** DW