> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Ozgur Ozel: Eger HDPyê namzed nîşan bidaya dê bêtir kêrî me bihata
- URL: https://www.botantimes.com/ozgur-ozel-ger-hdpye-namzet-nisan-bida-de-betir-keri-me-bihata/
- Published: 2023-06-12T09:23:18.000Z
- Updated: 2023-06-12T09:23:18.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Serokê Koma CHPyê Ozgur Ozel diyar dike ku eger HDPyê namzedê serokkomarîyê nîşan bidaya dê bêtir kêrî wan bihata.

Ozel, ji rojnameger Îsmaîl Saymazî ra li ser encamên hilbijartinan û helwesta HDPyê axivî.

> HDPyê namzed nîşan neda, lê ev ne helwesteka hevpar ya HDP û CHPyê bû.  
>  
> Eger wan namzed nîşan bidaya dê betir kêrî me bihata.  
>  
> Lê îro xuya û aşkere ye ku ew helwesta wan xelet bû.  
>  
> Ozgur Ozel

Li ser tifaqa wan ya bi Partîya Zaferê ra ku di gera duyemîn da çêbû jî Ozel dibêje;

> Ev tifaqeka bivênevê û zarûrî bû. Lê belê şikestina di navbera her du geran da bawerî neda dengdêran.  
>  
> Ozgur Ozel