> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Pall Weşan dê çalakîya 'Civatên Pallê' pêk bîne
- URL: https://www.botantimes.com/pall-wesan-de-calakiya-civaten-palle-pek-bine/
- Published: 2023-07-10T09:29:28.000Z
- Updated: 2023-07-10T09:29:28.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Pall Weşan dê di çarçoveya çalakiyên xwe yên edebî û hunerî da çalakîya 'Civatên Pallê 4' li dar bixe.

Bernameya Weşanên Pallê dê ji gotûbêj û konsertekê pêk bê. Di bernameyê da nivîskar Lokman Ayebe dê li ser Konsantrasyon û Afirîneriya Edebî biaxive. Piştî gotûbêjê jî Serhat Yıldırım dê konstertekê bide.

Civatgêrîya bernameya 'Civatên Pallê 4' dê Bernas Qerejdaxî bike û bername dê 6ê Tîrmehê, saet 18.15an li Qesra Zerzevanê pêk bê.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/07/F0qDEasX0AEOtl6.jpg)

Pall Weşan, payîza 2022yan li Diyarbekirê bi mebesta weşandina kitêbên edebî, fikrî, dîrokî û qadên din ên zanistên civakî ava bû. Armanca wê ew e ku kitêbên bijare yên di merhaleyeke fireh a xwendin û edîtoriyê re derbas bûne, bi bergên xweser û sê formatên cuda yên wekî e-kitêb, kitêba dengî û kitêba çapkirî bigihîne ber destê xwîneran.