> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Pall Weşanê du kitêbên nû çap kirin
- URL: https://www.botantimes.com/pall-wesane-du-kiteben-nu-cap-kirin/
- Published: 2024-09-17T09:55:38.000Z
- Updated: 2024-09-17T09:55:38.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Çand û huner, Amed, gabor, Kurd, Kurdî, pall, pall weşan, Stranên Romantîk ên Dûrewelatiyê, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Pall Weşanê du kitêbên nû çap kirin û belav kirin.

Pallê du kitêbên nû çap kirin ku her du jî werger in û ji soranî hatine wergêran bo kurmancî.

*Stranên Romantîk ên Dûrewelatiyê* bijarteyek e ji helbestên Ferhad Pîrbalê ku li Bakur zêdetir bi romanên xwe hatîye nasîn. Berhem ji aliyê Rowal Navgundî ve bo kurmancî hatîye wergêran.

*Gabor*, romana Seyid Qadir Hîdayetî ye û ji alîyê Armîn Temerzade ve hatiye wergêran ku Temerzade di heman demê da nivîskarê Pallê ye û dîwaneka wî ya helbestan heye. Gabor romana herî naskirî ya Hîdayetî ye ku ji 2015an vir ve ye li Rojhilat şeş caran hatîye çapkirin û rastî eleqeyeka zêde ya xwîner û rexnegiran hatîye.

Pall weşanxaneyeka nû ye û heta niha, digel van her du kitêban, 12 kitêbên wê yên çapkirî hene.

**NIVÎSÊN BERGÊ KITÊBAN:**

**Stranên Romantîk ên Dûrewelatiyê**

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2024/09/stran_onkapak.jpg)

Te di nameya xwe de nivîsiye, dibêjî:

“Va ye em neh roj in li Wanê ne;

Polîsên tirk rê nadin em biçin bayê pak û hênik

ê bajêr hilkêşin.

Hemû berêvaran bi derpêyekî xetxetî

Di pencereyê de temaşe dikim:

Navenda Wanê, çiqas bibêjî xweş e

Çiyayên wê gerdenkeş û baxçeyên wê gelek rengîn in

Keçikên wê jî: kezîdirêj û

Bejinşorr û

Gelek nermîn in.”

Te nivîsiye, dibêjî:

“Di vê hotelê de, ne bi tenê ez im yê penaber

Em du hezar û pêncsed kes in

Polîsên tirk rê nadin em biçin bayê pak û hênik

ê bajêr hilkêşin.”

— Axir Wan jî her niştîmanê me ye

Biray şîrînim,

Wan jî

Her niştîmanê me ye.

**Gabor**

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2024/09/gabor_onkapak.jpg)

Du heval-zarokên canecan, Kerîm û Evdilmitelib. Lîstina topanê, şerê taqiman, diziya têlên kevanan. Mamostayê ku bayê kurdîtiyê bi xwe re tîne û xwendina kovara Sirweyê. Pehlewan Fisfis û Celal Melekşa. Ken û ken û eşq û hewesa nivîsînê. Kek Silêmanê Pirtûkfiroş û kitêbên Hêmin û Hejar ên di bin çengan de. Nivîsîna sloganan li ser dîwarên tiwaletan û çûna bo nav pêşmergeyan.

Ji dengekî cuda yê Rojhilata me, romaneke bihêz bo edebiyata kurdî. “*Gabor”*a Seyid Qadir Hîdayetî bi şêwaz û vegotina xwe ya taybet a li ser “gotin”ê avabûyî û wergera Armîn Temerzade, êdî bi kurmancî dibêje.

“*Xwînerên Gaborê nikarin bi hebûna qelemeke weha bihêz di edebiyata kurdî de neheyirin û spasiya nivîserê wê nekin ji bo dahênaneke weha bedew û weha pêwîst.*” ‒ Haşim Ahmedzade

**BIYOGRAFIYA NIVÎSKARAN:**

**Ferhad Pîrbal**

Sala 1961ê li Hewlêrê ji dayîk bûye. Di sala 1984an de beşa ziman û edebiyata kurdî li Zanîngeha Silêmaniyê xelas kiriye. Sala 1986an çûye Denmarkê, dûre çûye Almanyayê û herî dawî li Fransayê bi cih bûye û li vir xwendina xwe di beşa edebiyata kurdî de li Zanîngeha Sorbonneê biriye serî. Di 1994an de vedigere Kurdistanê û di Zanîngeha Selahedînê de li ser dîroka edebiyata kurdî ya modern kar dike û navenda kulturî ya Şerefxanê Bedlîsî ava dike. Pîrbal li Hewlêrê dijî û heta niha bi dehan berhemên wî di warê roman, çîrok, helbest, şanoname û lêkolînê de hatine weşandin. Hin berhemên wî yên ku li kurmancî hatine wergerandin ev in: *Çolistan* (2001, Avesta), *Santiago de Compostela* (2013, Avesta), *Penaberekî Fransî li Kurdistanê* (2015, Avesta), *Reîs Remezan(ekan)* (2015, Avesta), *Evdirehîm Rehmî Hekarî* (2016, Lîs).

**Seyid Qadir Hîdayetî**

Di sala 1976an de li bajarê Bokanê ji dayîk bûye. Her li wir xwendina xwe biriye serî û dest bi mamostatiyê kiriye. Yek ji nivîskarên herî naskirî ye li Rojhilatê Kurdistanê ku berhemên wî bi nûgerî û şêwaza xwe ya taybet têne zanîn. Seyid Qadir Hîdayetî li Bokanê dijî û heta niha çendîn berhemên wî di warê roman, gotar û wergêranê de hatine weşandin: *Dengî Nuxte* (novel, 2003), *Toqî Ezazîl* (roman, 2012), *Gabor* (roman, 2015), *Berdêk le Berdêk* (gotar, 2019), *Nesrî Kurdî û Goranî Form* (rexne-lêkolîn, 2019), *Goreşar* (roman, 2020), *Heqîqet û Piyawî Zana* (wergêran, 2021), *Berdîne* (roman, 2022).