> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# "Pall Weşan" li weşanxaneyên kurdî zêde bû
- URL: https://www.botantimes.com/pall-wesane-li-wesanxaneyen-kurdi-zede-bu/
- Published: 2023-01-10T08:37:13.000Z
- Updated: 2023-01-10T08:37:13.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Kurdî, pall weşan, weşanxane, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Pall Weşanê îlan kir ku wê sê kitêb derêxistine û dest bi karê xwe yê weşangeriyê kiriye. Navenda weşanxaneyê li Diyarbekirê ye.

Weşanxane dê şeveka danasînê jî pêk bîne. Danasîna avakar û xebatkarên weşanxaneyê dê di wê şevê de bê kirin.

Birêvebirên weşanxaneyê danasîna xwe bi van gotinan kiriye:

> Ev demek e em amadekariya weşanxaneyeke nû dikin. Asoxî me dest bi weşanê kir û kitêbên xwe yên ewil çap kirin. Bi vê minasebetê em dixwazin bi bernameyekê avabûna weşana xwe pîroz bikin û weşanxaneya xwe bidin naskirin. Kitêbên me cara ewil dê di vê Şeva Pall Weşanê de bên nîşandan. Em bi dilxweşî we vedixwînin vê şeva taybet a Pallê. Em dê bi beşdariya we şanaz û bextewer bibin.  
>  
> Dîrok: 14.01.2023 / Şemî  
> Saet: 19:00  
> Cih: Mordem Sanat / Diyarbekir  
>  
> \---  
>  
> Pall Weşan, payîza 2022yan li Diyarbekirê bi mebesta weşandina kitêbên edebî, fikrî, dîrokî û qadên din ên zanistên civakî ava bû. Armanca wê ew e ku kitêbên bijare yên di merhaleyeke fireh a xwendin û edîtoriyê re derbas bûne, bi bergên xweser û sê formatên cuda yên wekî e-kitêb, kitêba dengî û kitêba çapkirî bigihîne ber destê xwîneran.  
>  
> Agahiyên zêdetir li ser kar û armancên weşanxaneyê dê di bernameyê de bên diyarkirin.  
>  
> Kitêbên me yên ewil:  
>  
> Şeva Dizên Solstîsê, Bilal Nergizli, çîrok, 64 rûpel  
> Lerz, Qasim Pîro, roman, 144 rûpel  
> Siya yê Din, Hesen Ildiz, çîrok, 80 rûpel  
>  
> Digel rêz û silavan.