> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Pall weşanê sê kitêbên nû weşandin
- URL: https://www.botantimes.com/pall-wesane-se-kiteben-nu-wesandin/
- Published: 2023-09-20T14:18:28.000Z
- Updated: 2023-09-20T14:18:28.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, pall, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Pall weşanê sê kitêbên nû derxistin.

Pall weşanê Pirtûka Baranê, Surra Hisretê û Çend Helbestên Din û Heft û Heştên Mirinekê çapkirin û belavkirin.

**Pirtûka Baranê**

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/09/Cover-Kopie.png)

Nivîskarê kitêbê Armîn Temerzade ye.

Cureyê kitêbê helbest e.

**Beşek ji nivîsara danasîna berhemê:**

Agirek tune ye

ji bilî xolemêşa dilê min

ku te bi çavên xwe

pê xistiye.

Eger ew agirê te,

veşartî be li nav pêlên tarî

an azad be li nava kulîlkan,

hêvî û wêrekî

dê her hebe

ji bo van Kaweyan.

Şorişek tune vê carê

laşê min ê melûl

naşibe serwekê

li ser vî milê hejar

tune dengê Tezerwekê!

**Surra Hisretê û Çend Helbestên Din**

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/09/Cover-Kopie1.png)

Nivîskarê kitêbê Elîxanê Memê ye. Kitêb ji alîyê Ferec Koyistanî ve hatîye amedekirin ku wî ji herfên kirîlî latînîze kirîye. Herwiha çend helbest jî lê zêde kirine.

**Beşek ji nivîsara danasîna berhemê:**

Ez ê pirs kim: – Qîzik,

kîjan rengî hiz dikî?

hergê cabê bide:

– Ê sor!

Ez ê bixemilînim

sîng û berê qîzê

bi gul-sosinêd sor.

Ez ê pirs kim: – Qîzik,

kîjan rengî hiz dikî?

Hergê cabê bide:

– Ê sor!

Ez ê wergirim

bejn û balêd qîzê

bi kincê sor.

*Edîtor: Yehya Omerî*

**Heft û Heştên Mirinekê**

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/09/inan_onkapak.png)

Nivîskarê kitêbê Înan Eroglu ye.

Cureyê kitêbê çîrok e.

**Beşek ji nivîsara danasîna berhemê:**

Çîrokên *Heft û Heştên Mirinekê* ya sêbeşî, li ser zemîneke xurt bi hev ve hatine girêdan ku ev zemîn bi firewantirîn maneya xwe, cîhana honakî ya berhemê ye. Gotinên dayikekê ku bi neyekserî tebeqeyan li honaka berhemê zêde dikin, zeman, mekan û karakterên dîrokî ku em şik û gumanê ji rastiya wan dibin. Hûrgiliyên rasteqîn, çîrokan ne nêzî rasteqîniyê lê nêzî cîhana fantazmayê dikin û edebiyatê ne nêzî rasteqîniya req lê nêzî vegêraneke edebî dikin.

Xaleke din a van çîrokan jî ew e ku ji babet û temayên van çîrokan zêdetir, aliyên girtî û kêmmayî yên van çîrokan in ku meraqa me radikêşin. Digel van aliyan, di gelek çîrokan de tîrahiyeke berçav heye ku ji kana romaneke danizilî avê vedixwe.

*Heft û Heştên Mirinekê* bi zimanekî kamil, kûrfikir û bi rîtma xwe ya rewan, xwendineke hûr û dûr pêşkêşî xwînerên xwe dike.