> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Pêketîyên Covid-19ê hestên xwe ji dest didin
- URL: https://www.botantimes.com/peketiyen-covid-19e-hesten-xwe-ji-dest-didin/
- Published: 2023-06-14T09:25:12.000Z
- Updated: 2023-06-14T09:25:12.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Di Kovara *The* *Laringoscope*yê da li ser nexweşîya Covid-19ê lêkolîneka nû hatiye weşandin.

Di vê lêkolînê da hatiye diyarkirin ku zêdetirî 20 milyon amerîkîyên ku nexweşîyên bi Covidê ketine tam û behnên xwe ji dest dane. Herwiha, 4 milyon kesên nexweş jî hestên xwe yên tam û bênkirinê bi temamî ji dest dane.

Yek jî lêkolînerê wê anketê Dr. Neil Bhattacharyya li ser vê encamê diyar kir:

"Kesên ku bi Covid-19ê dikevin û hestên xwe yên tam û bêhnkirinê ji dest didin, wisa hizir ku dê ew hestên wan li wan vegerin, lê belê bi rêjeyeka gelek zêde ev jidestdana van hestan venagerin."

Di çarçoveya lêkolîna Covid-19ê da, 29 hezar û 700 kesan beşdarî anketê bûne.