> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# PENa Navneteweyî êrîşên li ser sazî û kitêbfiroşên kurdî şermezar kir
- URL: https://www.botantimes.com/pena-navneteweyi-erisen-li-ser-sazi-u-kitebfirosen-kurdi-sermezar-kir/
- Published: 2024-09-26T13:08:58.000Z
- Updated: 2024-09-26T13:08:58.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Azadîya Xwe-îfadekirinê, Amed, DIYARBEKIR, Kurdî, PEN, pen internatioanl, PENA KURD, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

PENa Navneteweyî endîşeyên xwe yên li ser êrîşên sazî û kitêbfiroşên Kurdî eşkere kiriye ku polîsan 24ê mehê li Amedê bi ser Payîz Pirtûk û Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê MED-DERê da girtibûn. Ew bangî desthilatdarên Tirkîyeyê dikin ji bo ku rêzê bo bikaranîn û pêşvebirina ziman û çanda kurdî bigirin.

Serokê PENa Navneteweyî **Burhan Sonmez** derbarê meseleyê da wiha gotîye:  
"Miletê kurd xwedîyê mafên xwe ye ku di nav civak û perwedeyê da zimanê xwe bikar bîne û bi zimanê xwe yê dayîkê agahîyan bi dest bixe. Dewlemendîyên me yên zimanî divê werîn teqdîrkirin/pîrozkirin, ne ku ji kokê bêne rakirin/hilweşandin."

**Çi bûbû?**

24ê mehê li Amedê Polîsan bi ser Payîz Pirtûk û MED-DERê da girt.

Payîz Pirtûk kitêbfiroş e û ew zêdetir kitêbên kurdî difiroşe. Herwiha Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê MED-DER jî sazîyeka zimanî ye û li wir zimanê kurdî tê fêrkirin.

Hevserokê berê yê MED DERê Rifat Ronî, Hevserokê MED-DERê Mehmet Remzî Azîzolu, Hevserokê MED-DERê Ramazan Holat Şukran Yakut û Rêvebera MED-DERê Dîlan Guvenç hatine desteserkirin.

Her wiha ji bilî van, Nazan Çelîk, Rezan Aktulum, Berîtan Gurbet Orak, Bêrîvan Duman, Ayhan Karatekîn, Belkis Bîtkîn Cîhat Guneylî, Mehmet Salih Ongun, Îlyas Gun û Hebûn Yagmur Mîne Karakaş jî hatine desteserkirin.