> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Perxudres Podcast dê 1 salîya xwe bi fitarekê pîroz bike
- URL: https://www.botantimes.com/perxudres-podcast-de-1-saliya-xwe-bi-fitareke-piroz-bike/
- Published: 2023-03-24T11:57:31.000Z
- Updated: 2023-03-24T11:57:31.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, Perxudres, Podacst, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Perxudres Podcast dê îro Înê 1 salîya xwe bi fitareka li Diyarbekir pîroz bike.

Edîtorê Perxudres Podcastê Omer Faruk Baran ragihand ku kesên dixwazin werin fitarê dikarin ji info@perxudrespodcast.com re telefonên xwe binivîsin.

‘’Me salek li dû xwe hişt. Jiber ku ji şorê hez nakim pir bo min di serî de çetin bû hazirkirina podcastan. Lê bi moral û motîvasyona guhdaran dayî rewş bere bere rindtir bû. Di salekê de, bi îstiqrar em her hefte roja Pêncşemê di saet 5:50 pm de li ser weşanê bûn.’’

Baran dîyar kir ku piranîya guhdarên Perxudres Podcastê li ser Spotifyê ne û bi hejmar li dû wê jî Google Podcasts û Apple Podcasts tê.

‘’A ez hinekî li ber dikevim Youtube e. Li ser wê platformê, milet pir naxwaze tiştekî guhdar bike, dixwaze temaşe bike. Herhal loma li wir bala milet nakişîne Perxudres Podcast.’’

Perxudres Podcastê di sala xwe ya pêşî de li Stenbolê xelateka rojnamegerîyê standibû ku li ser navê Musa Anter hatibû dayîn.