> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Pêşangeha Ahmet Guneştekîn 15 rojan zû xilas bû
- URL: https://www.botantimes.com/pesangeha-ahmet-gunestekin-15-rojan-zu-xilas-bu/
- Published: 2021-12-17T09:04:25.000Z
- Updated: 2021-12-17T09:04:25.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Ahmetguneştekin, BircaKeçikê, DIYARBEKIR, HafızaOdası, #Migrated-1779047441378, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:50

Pêşangeha Hunermend Ahmet Guneştekîn a bi navê "*Hafıza Odası*" ya ku di 16ê Cotmehê de li Birca keçikê ya Amedê hat vekirin û wê heta 30ê Kanûnê vekirî bimîna 15 rojan berî wextê xwe xilas bû.

Rêvebirin û bikaranîna Birca Keçikê di destê Odeya Pîşesazî û Bazirganyê ya Amedê (DTSO) de bû. Pêşangeha Guneştekînî jî bi arîkarîya DTSOyê dihate pêşandin. Wezareta Çand û Turîzmê peymana rêvebirina Bircê nû nekiriye û ji dest Odeyê derxistiye. Lewra jî pêşangeh 15 rojan zû xilas bûye.

DTSOyê ji Wezareta Çand û Tûrîzmê daxwaza dirêjkirina peymanê kiriye, lê ji ber ku wezaretê bersiveke neyînî daye vê daxwazê ​​ev rewş derketiye holê.