> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Pêşangeha “Crossroads 6”ê dest pê kiriye
- URL: https://www.botantimes.com/pesangeha-crossroads-6e-dest-pe-kiriye/
- Published: 2023-06-09T13:03:38.000Z
- Updated: 2023-06-09T13:03:38.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Pêşangeha “Crossroads 6”ê li *Art On İstanbul*ê dest pê kiriye.

Pêşangeh ji du beşan pêk hatiye. Di beşa pêşî da berhemên sê hunermendên wekî Bawer Doğanay, Ozkan Işık û Hilal Can hene. Di beşa paşî da jî dîsa berhemên sê hunermendên cuda cî girtine; Rebuar Rezzak İlge, Nurgül Gökçen û Meliha Sözeri.

Pêşangeh dê heta 20ê Tîrmeha 2023yan vekirîbe. Kesên bixwazin dikarin ji roja sêşemê heta roja şemiyê saet di navbera 10.00 û 19.00ê da serdana pêşangehê bike.

Ji metna çapemeniyê ya pêşangehê

“Mebesta sereke ya Art On İstanbulê, armanca rêzepêşangeha Crossroadsê ew e ku ji hunermendên serbixwe re mazûbaniyê bike û her wiha rê li ber wan veke. Rêzepêşangeha Crossroadsê, vê carê bû xaçerêyeke ku ev hunermend lê bikaribin li pêşniyazên xwe yên îroyî, jîndarî û lêgerîna hilberîn û afirîneriya xwe temaşe bikin.

Ev pêşangeh li ser xaçerêya ramanên teorîk ên derbarê huner û peywira hunerê de radiweste û girîngiya fikra ku digel cudatiyên me jî em dikarin bi hev re bijîn, derdixe pêş.”

Çavkanî: bianetkurdî