> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Pêşbirka helbestan a Eğitim-Senê: Silavek li Berken Bereh
- URL: https://www.botantimes.com/pesbirka-helbestan-a-egitim-sene-silavek-li-berken-bereh/
- Published: 2025-03-26T07:55:27.000Z
- Updated: 2025-03-26T07:55:27.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779045399267, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:16

Şaxa Eğitim-Senê ya Batmanê ji bo Roja Zimanê Kurdî pêşbirkeka helbestan a duyemîn pêk tîne.   
Pêşbirk dê îsal ji bo rûmet û rêzgirtina 50 salîya nivîskarîya Berken Bereh jî silavek be.

## Jûrîya pêşbirkê

Serlêdana ji bo pêşbirkê ji 10ê Adarê destpêkiriye û dê heta 22ê Nîsanê bidome. Di jûrîya pêşbirkê de helbestvanên naskirî Fatma Savcî, Yehya Omerî, Nûroj Mûnzûr û Elîxan Loran cih digirin.

## Xelat dê bên dayîn

Di pêşbirkê de dê xelatên bên belavkirin. Li gor agahîyên hatine ragihandin, kesê/a yekem dê 10.000 TL, yê/ya duyem 7.500 TL û yê/ya sêyem jî 5.000 TL werbigire.

## Şert û mercên pêşbirkê

Pêşbirk bi tenê bi kurmancî ye. Her kes dikare beşdarî vê pêşbirkê bibe. Lê belê, pêwîst e ku helbest berê beşdarî tu pêşbirkan nebûbin û nehatine weşandin. Herwekî dî mafê sendîkayê heye ku helbestan wekî pirtûk çap bike.

Her beşdarê ku dixwaze helbestên xwe bişîne, divê li gel helbestên xwe kurtejiyan, navnîşan, jimareya telefonê û nav û paşnavê xwe jî bi temamî ji malpera batmanegitimsen.org.tr re bişîne.

## Çavkanî:

Botan Times