> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Pevçûnên li Sûdanê di roja 6emîn da ye: 300 kes mirine
- URL: https://www.botantimes.com/pevcunen-li-sudane-da-di-roja-6emin-da-ye-300-kes-mirine/
- Published: 2023-04-20T10:29:02.000Z
- Updated: 2023-04-20T10:29:02.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Li Sûdanê, şer û pevçûnên di navbera artêşa dewletê û Hêzên Piştgir ên Bilez (HDK) da rû daye bi rojan e dewam dike.

Roja sêşemê agirbest hatibû ragihandin lê aliyan ew agirbest bicih neanîbû.

Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesusî got, "nêzîkî hefteyekê ye şer û pevçûn dewam dikin û heta niha 300 kes mirine."

Li gorî zanyariyên ku Dîrektorî Giştî dide, heta niha zêdetirî 3 hezar kes jî birîndar bûne.

Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Ewlehiyê û Têkiliyên Karûbarên Derve yê YEyê Josep Borrellî jî diyar kiriye ku ew şer û pevçûnên li Sûdanê şermezad dikin û ev yek dibe sedema nearamiya herêmê.

Di 15ê Nîsanê de li paytext Xartûmê di navbera artêşê û HDKyya hêza paramîlîter de şer û pevçûnan rûdabû.