> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Pirtûka nû ya  Îhsal Birgûlî  "Sofî û Monîka" hatiye weşandin
- URL: https://www.botantimes.com/pirtuka-nu-ya-ihsal-birguli-sofi-u-monika-hatiye-wesandin/
- Published: 2023-08-31T11:08:58.000Z
- Updated: 2023-08-31T11:08:58.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, çîrok, Pirtûk, weşanxane, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Pirtûka nû ya nivîskar Îhsal Birgûl ya bi navê " Sofî û Monîka" ji weşanxaneya NAyê derketiye.

Birgûlî di pirtûka xwe da behsa çîroka Sofî û Monîkayê dike.

Çîroka wan wiha destpê dike;

"Çîroka *Mêrik û jinik li hev germbûyî û di destê wan de piyaleyên bi şeraba sor dagirtî. Tam mêrik devê xwe bi gotinên xweş tijî kir ku teklîfa zewacê bide jinikê, çar dilop mîz ji jor de ketine nav piyaleya wî. Çar jî ketine nav piyaleya jinikê ya bi piyaleya mêrik ve zeliqandî.*

*Ew merikê xwe bi gotinên kubar û romantîk dagirtibû, bû wekî harekî, bi kefa ji ber hêrsa bi ser devê wî ketî ve:*

*\- Wey min di dê û mak, ter û hişkê wî niyo yê li jorê mîst!*"

**Îhsal Birgûl kî ye?**

Ew rojnamevanekî serbixwe ye. Li ser çand û hunerê bi taybetî li ser ziman û wêjeya kurdî dixebite. Pirtûkeke wî ya helbestan hatiye çapkirin. Helbestên wî jî di antolojiyên cuda da hatine weşandin. Ew ji bo malper û e-kovarên cihêreng dinivîse.