> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Pirtûka Zulkuf Ergun, a bi navê "Rizgarkerê Dawî yê Helbesta Kurdî" çap bûye
- URL: https://www.botantimes.com/pirtukeka-din-a-helbesten-abdulla-pesew-cap-buye/
- Published: 2022-03-15T12:57:05.000Z
- Updated: 2022-03-15T12:57:05.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, SERNÛÇE, Abdulla Peşêw, Evdila Peşêw, Rizgarkerê Dawî yê Helbesta Kurdî, Zülküf Ergün, Zulkuf Ergun, #Migrated-1779047441378, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:50

Abdulla Peşêw yek ji helbestvanên girîng ê kurdîya soranî ye. Ji sala 1967an û vir ve bi dehan diwan çap kirine. Lewra jî ew ji bo helbestvanîya kurdî wek stûnekî tê dîtin.

Helbestên Peşêwî di van salên dawiyê de ji bo kurmanciyê jî hatine çapkirin. Di kurmanciyê de çar weşanxaneyan pirtûkên wî weşandine. Ji bilî ya Weşanxaneya Belkî (**Hilbijartin-Ji Hemû Dîwanên Wî**), Weşanxaneya Dîwan (**Xewa Min Nayê**) û Weşanxaneya Avestayê (**Veger – Birakujî**), Weşanxaneya Peywendê hemû berhemên helbestvanî weşandiye. Peywendê berga yekem bi navê “**Şevnameya Şa’îrekî Têhnî**” di sala 2016ê de ya duyem jî bi navê “**Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min**” di sala 2019ê de çap kiribû.

Zulkuf Ergunî ji bo Peywendê helbestên Peşêwî wergerandibû kurmanciyê. Zulkuf Ergunî niha jî jiyan û nirxandina helbestên Peşêwî weke pirtûkek serbixwe weşandiye. Weşanxaneya Nûbiharê ev pirtûk çap kiriye. Ergun pirtûk bi navê “**Abdullah Peşêw – Rizgarkerê Dawî yê Helbesta Kurdî**” amade kiriye.

Çavkanî: *Bianet Kurdî*