> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# "Pirtûkzade"yê dest bi projeyeka xwendina kurdî ya online kiriye
- URL: https://www.botantimes.com/pirtukzadeye-dest-bi-projeyeka-xwendina-kurdi-ya-online-kiriye/
- Published: 2024-11-12T11:15:21.000Z
- Updated: 2024-11-12T11:15:21.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Komeka xemxurên zimên îro projeyeka nû ya belavkirina xwendina kurdî ya bi navê "Pirtûkzade" dest pê kiriye.

Projeya ku dê her du rojan carekê pasajên edebiyata cihanê bi kurdî bişîne, li ser platformên online hatiye destpêkirin.

## Xwendina kurdî di 5 deqîqeyan de

Projeyê ku ji alîyê komeka xemxurên zimên ve hatiye amadekirin, dê bi rêya e-mailê pasajên bijarte ji edebiyata cihanê pêşkêş bike. Her pasaj welê hatine eyarkirin ku xwendevan dikarin di nav 5 deqîqeyan de bixwînin.

## Abonetî

Ji bo beşdarbûna projeyê, xwendevan tenê pêdivî bi qeydkirina nav û e-maila xwe li ser [formê](https://docs.google.com/forms/d/e/1FAIpQLSdXb4Yj0i-BdHKkoXsUcLSKXDWhdx7Frtw4WdsYHvZn7UDSsQ/viewform?ref=botantimes.com) ne. Pirtûkzade soz dide ku dê baştirîn pasajên roman û çîrokan bigihîne xwendevanên xwe.

## Armanc û perspektîf

Armanca sereke ya vê projeyê belavkirina xwendina kurdî ye. Bi vê yekê, tê xwestin ku xwendevanên kurd bi awayekî berdewam û hêsan bigihîjin berhemên edebî.

Çavkanî: Botan Times, Instagram