> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Pîyanîst George Winston koça dawî kiriye
- URL: https://www.botantimes.com/piyanist-george-winston-koca-dawi-kiriye/
- Published: 2023-06-09T11:54:33.000Z
- Updated: 2023-06-09T11:54:33.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Pîyanîstê Amerîkî George Winstonî ku 10 sal in nexweşîya penceşêrê ketibû, di 74 salîya xwe da koça dawî kiriye.

Wistonî ku herî zêde bi şêweya pîyano ya solo yê dihat naskirin, mirina wî li ser medyaya civakî hate ragihandin.

> Em bi xemgînîyeka kûr xebera mirina Winstonî radigihînin. Ew 10 sal in nexweşîya penceşêrê ketibû û wefat kir. George dema ku di xew da bû bêdeng û bê êş ji vê dinyayê çû.

Zêdetirî 15 milyon albûmên Winstonî hatibûn firotin. Wî bi albûma xwe ya '*Forest*' (Daristan) di kategorîya *'New Age'* da xeleta Grammyê standibû. George Winstonî di karîyera xwe da 5 caran ji bo Grammyê wekî berbijêr hatibû hilbijartin.