> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Polîson li Newroza Stenbola êrîşî nûçegîhanên bianetê kirin
- URL: https://www.botantimes.com/polison-li-newroza-stenbola-erisi-nucegihanen-bianete-kirin/
- Published: 2024-03-18T07:20:47.000Z
- Updated: 2024-03-18T07:20:47.000Z
- Author: bianet
- Tags: Nûçe, Amed, CHP, DIYARBEKIR, erdhêj, HDP, Kurd, Kurdî, Rojnameger, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Polîsan berê nûçegîhanên bianetê Tûgçe Yilmaz û Alî Dînç asteng kirin ku bûyerên desteserkirinan dişopandin. Paşê ew devûrû danîn erdê derb li wan dan. Polîsan Yilmaz û Dînç desteser nekirin û serbest kirin. Nûçegîhanên bianetê wê giliyê polîsan bikin.

Polîsan duh di dema pîrozbahiya Newrozê ya li Stenbolê de tundkarî li nûçegîhanên bianetê Tûgçe Yilmaz û Alî Dînçî kir. Her weha polîsan xwest ku edîtorê bianet kurdiyê Aren Yildirimî desteser bike.

Dema bername qediya û beşdarên bernameyê belav dibûn, polîsan hin kes desteser kirin. Tûgçe Yilmazê jî dema desteserkirinan dişopand û wêne û vîdeoyên wan digirt. Polîsan destpêkê jê re gotin “wênegirtin qedexe ye.” Yilmazê ji polîsan re got ku “ez rojnameger im” û bi berdewamî dîmen girtin. Polîsan vê carê ew devûrû li erdê dirêj kirin û pêl li qirika wê kirin, derb lê dan. Her weha polîsan derb li Alî Dînçî jî dan û ew asteng kirin. Polîsan xwest ku edîtorê bianet kurdiyê Aren Yildirimî jî desteser bike.

Piştî vê rewşê Yilmaz û Dînç çûn nexweşxaneyê û rapora derbkirinê wergirtin. Yilmaz û Dînç wê giliyê polîsan bikin.

Nûçegîhana Evrenselê Eylem Nazlierê vîdeoya dema polîsan tundkarî li Yilmazê dikir girtiye.

> [](https://twitter.com/bianet%5Forg/status/1769380788900880706?s=20&ref=botantimes.com)

Nûnerê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) yê li Tirkiyeyê Erol Onderoglûyî bertek nîşanî vê rewşe da û diyar kir ku ew tundkariya polîsan a li dijî rojnamegeran û desteserkirina nûçegîhana AFPyê Eylul Yaşarê protesto dike